'Operasyona derveyî sînor xewna neo-osmanîtiyê ye' 2021-05-20 09:01:55   STENBOL - Siyasetmedar Muhsîn Osman, anî ziman ku operasyonên derveyî sînor bi xewna neo-osmanîtiyê tên kirin û got: "Ev operasyon, dubarekirina nexweşîna Tirkiyeyê ye. Zirarê dide tirkan, kurdan û gelan."    Li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên bi ser Herêma Kurdistanê ve operasyona Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ji 23'yê nîsanê ve didome. Siyasetmedar û nivîskar-lêkolîner Muhsîn Osman ku ji Herêma Kurdistana Federe ye, Farmanca operasyona derveyî sînor û encamên wê yên muhtemel nirxandin.   Osman, diyar kir ku Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, bi xeyalên osmanî operasyon daye destpêkirin. Osman, bilêv kir ku pêwendiya Erdogan a bi rastiyê re qut bûye û ev yek veguheriye nexweşîneke derûnî. Osman got: "Kesên xwedî feraseteke wisa hem zirarê didin gelên xwe hem jî gelên din. Ji lew re em dizanin ku Tirkiye di 18 salên serweriiya Erdogan de pir paş ve çûye."    LÊGERÎNA JI BO DOMANDINA ÎQTIDARÊ    Osman, pêngavên Erdogan ên li hemberî Sûriye, Lîbya, Yûnanîstan û Kurdistana Fedee wekî "polîtîkaya parastina îqtidara xwe ya ku bi afirandina dijminan re qels bûye" nirxand û destnîşan kir ku operasyona derveyî sînor jî perçeyeke vê polîtîkayê ye. Osman, diyar kir ku Erdogan bi "siyaseta operasyonan" dixwaze berpirsiyariya krîza Tirkiyeyê ji ser xwe bavêje û got: "Bi vî awaî propagandaya 'Berpirsiyarê vê rewşa xirab a Tirkiyeyê ne ez im, sûcê dijminên li derdora me ye, pêşketina me asteng dikin.' Ev fikrekî nexweşokî ye. Gelek kesên wekî Benîto Mûssolînî û Hîtler bi vê nexweşînê ketin û axirê xwe kirin qurban. Her wiha general û rayedarên eskerî yên tirk jî ji vê operasyonê qezencekê bi dest dixin û bazirganiyê dikin. Lê em dizanin ku di hemû operasyonan de pir xisirîn. Artêşa tirk di warê eskerî û aborî de derb xwar."    NEXWEŞÎN Û TRAJEDΠ   Osman, destnîşan kir ku armanceke din a operasyonê jî "hewldana ji bo domandina îqtidarê" ye û got: "Ev operasyon dubarekirina nexweşîn û trajediya îqtidarê ye. Hem zirarê dide tirkan hem kurdan û hem jî gelên din. Dixwazin bi vê operasyonê gelê xwe bixapînin."    XEWNA OSMANÎTIYÊ    Osman ku got "Erdogan bi xewna neo-osmanîtiyê zirareke mezin dide Tirkiyeyê" got: "Ev, xewnên di serê kesên nexweş de ne. Bi salan e operasyonan dikin. Di salên dawî de berê xwe dan Şengalê jî. Lê gavek jî pêş neçûn. Li Rojhilata Navîn veguherîneke mezin çêdibe. Di vê veguherînê de Tirkiye biçûk dibe. Êdî mezin nabe. Bi vê tirsê propagandaya neo-osmanîtiyê dikin. Ev xewnek e û ev xewn gelê tirk paş de dibe. Tirkan li ber çavê cîhanê teşhîr dike. Em dibînin bê li cîhanê dîplomasiya tirk ketiye çi halî. Sedema vê jî ev cîhana xeyalî ye."    DI DENKLEMA NÛ DE KURD   Osman, destnîşan kir ku Herêma Kurdistana Federe, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hemû deverên kurd lê ne, ji bo hêzên navneteweyî deverine pir stratejîk in û DYA jî di vê denklemê de ji bo ber dilê Tirkiyeyê xweş bike derfetên wekî operasyonan dane ber wê. Osman got: "Kesên Qendîlê nas dikin baş dizanin, ew der bi tena serê xwe cîhanek e. DYA û Rûsya ne tê de, ji xeynî PKK'ê tu kes nikare Qendîlê kontrol bike. Her wiha PKK, tenê ne gerîlayên çiyê ye. PKK; bûye perçeyek gelê kurd. PKK, li her çar perçayn, li derveyî welêt daxilî ruhê kurdan bûye. Nikarin wî ruhî ji nava kurdan derînin. Behsa cîhaneke global tê kirin. Rastiyek heye; kurd şiyar bûne. Nifşên nû hene. Rastiyeke kurdan heye; xwe, dîroka xwe û dijminên xwe nas dikin."    PDK Û ZIRAR    Osman, bibîr xist ku PDK'ê berê tevî îqtidara Humeynî li hemberî PDK-Î operasyon li dar xistine û niha jî li dijî PKK'ê û destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gel Tirkiyeyê tev digere. Osman, destnîşan kir ku kesên raya xwe didin PDK'ê jî ji ber vê rewşê nerihet in û tişta tê kirin zirareke mezin dide têkoşîna azadiyê ya kurdan.    MIFTEYA AZADIYÊ    Osman, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê kurd şaşiyên xwe bibînin û ji heq vê pêvajoyê derkevin û ji bo têkoşîna kurdan bi ser bikeve îşaret bi gîrîngiya yekîtiya neteweyî kir.    MA / Îdrîs Sayilgan