Piştî 20 salan daxwaza ji bo perwerdehiya bi kurdî kirin hincet û ew îxrac kirin 2021-05-20 09:02:10   AMED - Ji bo mafê perwerdehiya bi kurdî dirûşme berz kir. Li DGM'ê hat darizandin û hat cezakirin. Lê ji ber ku çalakiya wî li gor qanûnên YE'yê bûn, cezayê wî hat xerakirin. Piştî xerakirina ceza bi 20 salan, dadgeha îstinafê îxrackirina wî pesend kir.    Enver Yilmazê 41 salî, gava 20 salî bûye li Amedê tevli pîrozbahiyên Newrozê bûye. Di çarçoveya kampanyaya îmzeyê ya ji bo perwerdehiya bi kurdî ku xwendekarên kurd dabûn destpêkirin, tevli pîrozbahiyan bûye. Dirûşmeyên Yilmaz ên di van çalakiyan de berz kiriye, wekî "alîkariya ji bo rêxistinê" hatine hesibandin û derbarê wî de îdianame hatiye amadekirin. Li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) hat darizandin. DGM Jimare 1 a Amedê, bi hinceta "alîkariya ji bo rêxistinê" 3 sal û meh ceza li Yilmaz biriye. Lê piştî ku di çarçoveya pakêtên li gor Yekîtiya Ewropayê (YE) xala 169'an a Qanûna Ceza ya Tirk hatiye guherandin, daxwaza perwerdehiya bi kurdî ji çarçoveya "alîkariya ji bo rêxistinê" hatiye derxistin û wekî "azadiya fikr û ramanê" hatiye hesibandin. Gava Yilmaz di girtîgehê de bûye, ji ber guherandina qanûna navbirî serî li DGM'ê daye û dadgehê di sala 2002'yan de hikumkirina Yilmaz xera kiriye.    JI KAR HAT DERXISTIN    Yilmaz, li buroya çapemeniyê di serwîsa kirmanckî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de dixebitî. Lê di 17'ê Cotmeha 2017'an de peymana wî ya kar hatiye fesixkirin. Yilmaz jî serî li Dadgeha Kar a 3'yan a Amedê daye û xwestiye biryara fesixkirinê bê betalkirin. Lê Dadgeha Kar a Amedê, di sala 2018'an de biryara xw eaşkere kiriye û di biryara xwe de îşaret bi hikma DGM'ê kiriye û daxwaza wî ya kar red kiriye.    Piştî vê Yilmaz bi rêya parêzerê xwe serî li Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê daye û lê dadgehê îtiraza wî red kiriye.    Yilmaz, anî ziman ku dadgeha herêmî mehkûmiyeta 20 sal berê kiriye hincet û daxwaza wî ya ji bo vegera kar red kiriye û got: "Piştî vê me serî li Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê da. Lê dadgehê jî di biryara xwe de got, 'di DGM'ê de qeyda te heye' û serlêdan red kir. Doza ku dadgeh îşaret pê dike, 20 sal berê hatibû betalkirin û dewletê ez mexdûr kiribûm."    Yilmaz, bilêv kir ku dadgehê ji ber dozeke ku jê beraet kiriye daxwaza wî ya ji bo vegera kar red kiriye û got: "Ev jî nîşan dide ku dadgehên kar li gor hiqûqê tevnagerin. A kirine bêhiqûqîtî ye. Îşaret bi dozeke ku hatiye betalkirin dikin. Ev skandal e." Yilmaz, da zanîn ku dê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bide û got: "Em wisa difikirin ku dê doz ji Dadgeha Qanûna Bingehîn vegere. Heger Dadgeha Qanûna Bingehîn jî xwe li nedîtinê deyne, em ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin."