Di bûyera lêdanê de derbarê polîs û notirvan û bijîşk de lêpirsîn 2021-05-20 09:02:39   ÊLIH - Polîs û notirvanan bi hinceta ku qedexeya derketina derve binpê kiriye li V.S.'yê 15 salî xistibûn. Bijîşk jî rapora "tiştekî wî tune ye" dabû V.S. Derbarê polîs û notirvanan û bijîşk de lêpirsîn hat destpêkirin.    Li Parka Salîh Ozdemîr a Taxa Cûdî ya Êlihê, di 13'ê Gulanê danê êvarî de polîs û notirvanan bi hinceta ku qedexeya derketina derve binpê kiriye li V.S.'yê 15 salî xistibûn. Bijîşk jî rapora "tiştekî wî tune ye" dabû V.S. Derbarê polîs û notirvanan û bijîşk de lêpirsîn hat destpêkirin.    Baroya Êlihê li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê giliyê polîs û notirvanan û bijîşk kiribûn. Dozgeriyê derbarê notirvan û polîsên li V.S. xistibûn û bijîşkê ku rapora "tiştekî wî tune ye" dabû de lêpirsîn da destpêkirin.   ÇI QEWIMÎBÛ?   Li Êlihê di 13'ê Gulanê de V.S.'yê 15 salî ji bo ku nan bikire derketibû derve. Polîs û notirvanan jî bi hinceta ku qedexeya derketina derve binpê kiriye lê xistibûn. Piştî lêdanê V.S. hatibû binçavkirin û bi hinceta "li ber karmendan rabûye" derbarê wî de zabitname hatibû amadekirin. Piştî binçavkirinê V.S. biribûn Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Êlihê. Li nexweşxaneyê bijîşk R.A. rapora "tiştekî wî tune ye" dabû wî. Piştî V.S. hatibû berdan malbat wî ew biribû nexweşxaneyeke taybet û li nexweşxaneyê bijîşk rapor dabûyê û di raporê de hatibû diyarkirin eniya wî çiriyaye, derdora pozê wî û stuyê wî sor bûne, serê wî werimiye û çoka wî ya rastê tahl bûye.