Ronahiya Keleha Mêrdînê bi hêceta ewlehiyê reş kirin 2021-05-20 10:14:11   MÊRDÎN - Piştî ku HPG'ê êrişeke hewayî li dijî Fermandariya Jetê ya Sereke ya 8'an a Amedê pêk anî, ronahiya Keleha Mêrdînê ku baregeha NATO’yê lê ye, bi hêceta ewlehiyê reş kirin.   Keleha Mêrdînê ku baregeha NATO’yê û yekineyeke Fermandariya Radarê ya Hewayî lê hene, di 17’ê Gulanê hatibû nû kirin û ronîkirin. Hat hînbûn ku rohahî li ser daxwaza Fermandariya Radarê ya Hewayî hatiye reşkirin. Hat diyarkirin ku piştî HPG’ê êrişeke hewayî li dijî Fermandariya Jetê ya Sereke ya 8'an a Amedê pêk anî, ronahiya kelehê bi hêceta “ewlehiyê” hat reşkirin.