Serokê Basin-Îşê Eren: Di têkiliyên dewlet-mafya-medyayê de hedef kurd in 2021-05-20 11:19:41   STENBOL - Serokê Giştî yê Basin-Îş’ê Farûk Eren diyar kir ku bi vîdeoyên Sedat Peker diweşîne careke din têkiliyên dewlet, mafya û medyayê derxist holê û neçareserkirina pirsgirêka kurd, rêxistinên nepen û komên mafyayê kirin hevkarê desthilatê.   Vîdeoyên ku serokê rêxistina sûc a organîzekirî Sedat Peker diweşîne û têkiliya mafya, dewlet û medyayê deşîfre dike her ku diçe zêdetir deng vedidin. Agahiyên ku derbarê hin rojnamevanên di hevdîtinên Soylû û Peker de navbeynkarî kirine derketin holê, peywîra rojnamevanên di bin kontrola desthilatê de careke din raxist ber çavan.     Serokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Şoreşger (DÎSK) Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî Weşan û Çapxane (Basin-Îş) Farûk Eren têkiliyên mafya-dewlet-medyayê ji ajansa me re nirxandin. Eren anî ziman ku neçareserkirina pirsgirêka kurd û polîtîkayên ewlehiyê weke ku Sûsûrlûkê derket holê, rêxistinên nepen û komên mafyayê kirin hevkarê desthilatê.   RÊXISTINÊN VEŞARÎ   Eren qezaya trafîkê ya ku têkiliyên dewlet-mafya-medyayê derxist holê û di 3’ê Mijdara 1996’an de weke “Qezaya Sûsûrlûkê” derbasî dîrokê bû bi bîr xist û bi lêv kir ku tora têkiliyên qirêj ên wê demê girêdayî geşedanên cîhanê yên wê demê bûn. Eren sedemê tasfiye nekirina rêxistinên veşarî yên li Tirkiyeyê bi van gotinan vegot: “Di erdnîgariya ku kurd li ser dijîn de teroreke mezin dihat wezandin, bi ser van koman dihat kirin. An ku bi ser komên derveyî qanûnan dihat kirin. Gelek têkiliyên qirêj di nav vî karî de bû. Ev hem berpirsyarên bi hezaran kuştinên kiryarên ne diyar ên salên 90’î bûn û hem jî bi rêyên tiryakê û hwd. qezenç bi dest dixistin. Pişt re hin darizandin çêbûn, heta hin kes ketin girtîgehê. Ji ber bi hev ketin têkiliyên wan ên qirêj jî derketin holê. Lê hesabdayîneke rast nehat dayîn.”   RÊVEBERIYA KONTRA   Eren bi bîr xist ku piştî “Qezaya Sûsûrlûkê” îstîfa pêk hatin, hikumet hat guhertin û destnîşan kir ku piştî AKP bû desthilat serdema ewil operasyonek li ser hin komên mafyayan pêk anî lê bi dirêjbûna desthilatê têkiliyên qirêj careke din hatin avakirin. Eren da zanîn ku bi daxuyaniyên Sedat Peker re derket holê ku tu car rêxistinên nepen nehatine tasfiyekirin û têkiliyên ku li Sûsûrlûkê bi qezayekê derketin holê niha jî bi hev ketina navxweyî derketin holê. Eren bal kişand ser kirinên di salên 1990’î de ji aliyê kontrgerilla ku di rêveberiya dewletê de bi bandor bûn û wiha got: “Ev dibe ku sosreteke ji Sûsûrlûkê mezintir be. Lê wisa xuya dike ku wê desthilat bi awayekî vê jî bipeçîne. Ya rastî nikare bipeçîne jî. Her tim sosretên nû derdikevin holê. Em ê bandora vê bibînin.”   HEVKARIYA DESTHILAT Û MAFYAYÊ   Eren qala hin rojnamevanên ku navbeykariya Peker û Soylû kir û wiha axivî: “Rojnamevanên li vir li gorî me li gorî rojnamevaniya gerdûnî tevnagerin û ne rojnamevan in. Weke berdevkê hikumetê ne. Me di daxuyaniyên Peker de dît ku hêzên derveyî qanûnê hevkarên koalisyona desthilatê ne. Ji ber vê yekê ev rojnamevanên ku em qala wan dikin di heman demê de berdevkiya hevkariya koalîsyonê jî dikin. Elbet em ji wan kesên ku di navbera komên mafya û desthilatê navbeynkariyê dikin rojnamevan.”   BERHEVDANA SÛSÛRLÛK Û PEKER   Eren bêdengbûna medyaya di kontrola desthilatê ya li hemberî daxuyaniyên Peker û berteka civak nîşan dide û serdema Sûsûrlûkê dan berhev û wiha berdewam kir: “Dema Sûsûrlûkê de beşeke girîng a medyaya sereke ji wan têkiliyan aciz bû, civak jî aciz bû. Her tim çalakiyên ‘ji bo ronahiyê deqiqeyek tarî’ hatin kirin. Xwepêşandan û meş hatin li dar xistin. Hikumet hat guhertin wê demê. Ji bo Tirkiyeyê firsendek bû lê ew firsend jî ji destê wan derket. Niha jî beşeke medyayê ya mezin di bin kontrola desthilatê de ye û desthilat demekî dirêj bêdeng ma. Fikirîn ku ‘em deng dernexînin wê were û derbas be’ lê her roja ku çû mezintir bû. Ev yek li pêş çavên herkesê dibe. Ne tiştekî wisa ye ku bi hesanî serê wê bê girtin. Wê encamên vê yekê yên siyasî jî hebin. Niha dibin jî. Desthilat aciz bûye. Mînak daxuyaniyên hişk nadin. Tenê Soylû û Agar axivîn. Daxuyaniyeke piştevaniyê ji bo Soylû nehat kirin. Weke Sûsûrlûkê kes dernakeve kolanan, beşeke mezin a medyayê jî nabîne lê gelek bi bandor e. Vîdeo ji niha ve 15 milyon caran zêdetir hatin temaşe kirin. Ev wê bandorê li civakê bike. Dibe ku bibe wesileya bertek dayînekê jî.”   LI DIJÎ KURDAN ALÎKARIYA MAFYAYÊ   Eren destnîşan kir ku rastiya herî bingehîn ku di bûyera Peker de derketiye holê neçareserkirina pirsgirêka kurd e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Israrkirina neçareserkirina pirsgirêka kurd û polîtîkayên ewlehiyê van komên wisa dide avakirin. Bi gotina ‘em ê ji bo welat, milet û alê her tiştî bikin, em netewperestin’ dest pê dikin û dawiyê ticareta tiryakê, kuştinên kiryarên nediyar, gef û karên derveyî hiqûqê dikin. Ev pirsgirêkeke rasterast girêdayî pirsgirêka kurd e. Desthilata ku van polîtîkayên ewlehiyê diparêze piştevaniya van komên mafyatîk dike û teşwîq dike. Ev yek jî rasterast têkildarî pirsgirêka kurd e.”   MA / Îdrîs Sayilgan