Bûldan: Em ê bibin dengê qêrîna Malbata Şenyaşar 2021-05-20 12:10:58   RIHA – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku wê bibin dengê qirîna Malbata Şenyaşar û ev tişt got: “Ji bo Malbata Şenyaşar û malbatên din ji vê desthilatê daxwaza me ya edaletê tuneye.”   Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, bi armanca ku serdana Malbata Şenyaşar ku ji aliyê Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve 3 ferdên wê hatibûn kuştin û dayika Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan,  Lutfiye Gokkan bike, hat Rihayê. Bûldan, bi berdevkê partiya xwe Ebrû Gunay û parlamenterên partiya xwe Ayşe Surucu û Mahmût Tûgrûl re serdana Rêxistina HDP’ê ya Rihayê kir. Bûldan, lê vir ji aliyê endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kesan ve hat pêşwazîkirin.     ‘EM JI DESTHILATÊ NE LI BENDA EDALETÊ NE’   Bûldan, li ber avahiya partiya xwe axaftinek kir û ev tişt anîn ziman: “Ji bo ku em bibin dengê qêrîna edaletê, em li pêş edliyeyê serdana Malbata Şenyaşar bikin. Ez nîkarim hemû bêedaletiyan li vir bibêjim. Lê em ji nêz ve dişopînin. Em ji pergala hiqûqê ya îro ya desthilatê ne li benda edaletê ne. Bi qasî serê derziyê jî edaletê nemaye. Li welatekî ku hiqûq û wijdan nemaye ne ji bo Malbata Şenyaşar ne jÎ ji bo malbatên din ne li benda edaletê ne. Em dizanin ku heke ev desthilat biçe dê pergaleke nÛ ya hiqûqê bê avakirin û kesên ku van bûyeran kirine dê bên darizandin.”   TÊKOŞÎNA MALBATA ŞENYAŞAR   Di berdewamê de Bûldan, destnîşan kir ku t^keoşîna wan têkoşîna hiqûqê ye û wiha got: “Em dizanin ku desthilata AKP-MHP’ê nikarin welat bi re ve bibin. Têkoşîna Malbata Şenyaşar têkoşîna me ye. Em careke din ji bo faîlên ku êrişî Malbata Şenyaşar kirine bên darizandin û cezakirin bang dikin. Em daxuyaniya berfirehtir dema serdana Malbata Şenyaşar bidin.”   ‘GOKKAN BI AWAYEKÎ NEHEQ GIRTÎ YE’   BûLdan, da zanîn ku piştî serdana Malbata Şenyaşar dê li navçeya Pirsûsê serdana dayika Ayşe Gokkan, Lutfiye Gokkan bike û ev tişt gotin: “Liv ê erdnîgariyî herî zêde jin tên qetilkirin. Liv ê xakê parastina mafê jinan bûye sûc. Ji ber vê Ayşe Gokkan bi awayekî neheq girtî ye.”   MALBATA ŞENYAŞAR DI BIN ÇAVAN DE YE   Dema ku Bûldan li ber avahiya HDP’ê daxuyanî dida, bi hinceta ku heqaret li karmendê dewletê kirine, polisan Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar bi lêdanê binçav kirin û birin Miduriyeta Polisan a Rihayê.