Ata: Em ê di vê dosyayê de tariyê ronî bikin 2021-05-20 14:01:01   ENQERE – Ayla Akat Ata, diyar kir ku bi Doza Kobanê hewl tê dayîn ku kesên cihêkarî li wan tê kirin, tune tên hesibandin, kesên nakevin parlamentoyê, gotina xwe nabêjin bên darizandin û ev tişt got: “Ev dosya ew dosyaye ku em ê pê tariyê ronî bikin.”    Duyemîn danişîna Doza Kobanê ku rêveberên HDP’ê jî di nav de 28 jê girtî 108 siyasetmedarên ji siyaseta kurd tên darizandin di roja duyemîn de berdewam dike. Danişîna ku li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncayê ye tê dîtin û bi parastina Ayla Akat Ata dest pê kir.    ‘DARAZ ALÎGIR E’   Di destpêka parastina xwe de xwe de Ata, daxwazên wan ên redda dadgeriyê rêz kir, guhertinên di HSK’ê de rexne kir û diyar kir ku ji ber azadî tuneye tê darizandin û wiha got: “Li Tirkiyeyê demokrasi xesar dibîne. Dîroka faşîzmê b derewên ku dibêje têje ye. Daraz alî ye. Piştî darbeya Tîrmeha 2016’an de 4 hezar hempîşeyên we ji peywirê hatin girtin û niha 4 hezar hatine şûna wan. Van ji kî re xizmet dikirin?”   ‘ERDNÎGARÎ QEDER E’   Ata, bi lêv kir ku ji 2015’an ku ji meclisê veqetiyaye ve timik tê darizandin û ev tişt got: “Min di darizandina xwe ya Amedê de gotibû ku erdnîgarî qeder e. Lê li vir desthilata ku bi destxistina “mulk” derketiye lûtkeyê, dikare nîvê Tirkiyeyê weke amûra mulk bikire. Dadger rêzdar desthilat ne daîmî ye. Wê ev desthilat biçe û desthilateke din bê. Şertên îro wê li desthilatê jî bidin. Li milê me yê rast ê hemû organên dewletê hene. Serokên baroyên me yên ku gelek nirx didime wan li vir hene. Dema ku mamoste Beşîkçî hatibû darizandin gotibû ku heta wê demê jî nizanibûye ku kurd hene, ji berk u min got kurt hene, kesên bi wan re dixebitim li dijî min derketin.”   ‘LI DIJÎ ME BÎRDOZIYA FERMÎ HEYE’   Di berdewamê de Ata bi da zanîn ku li dijî wan bîrdoziya fermî heye û paratina xwe wiha domand: “Niha kesên li vir rûniştî nûnertiya hemû saziyan dikin û dibejin ku kurd li Tirkiyeyê ne tenê kurd in, lewre eywanan gelek caran têje kirin. Lê ji sala 2009’an ve tiştekî cuda heye. Ji dosyayên KCK’ê yên ji sala 2009’an ve nîvê eywanan jin û zilam in. Ev jî ferqa me ye. Ji ber ku fikra HDP’ê tê darizandin, hewl tê dayîn ku kesên cihêkarî li wan tê kirin, tune tên hesibandin, kesên nakevin parlamentoyê, gotina xwe nabêjin jî bên darizandin.”   BERSIVA ATA YA JI BO SEROKÊ DADGEHÊ   Dema ku Ata parastina xwe dikir Serokê Dadgehê gotina wê birî û xwest ku Ata hincetên xwe yên redda dadgeriyê aşkera bike. Li ser vê yekê Ata bersiv da Serokê Dadgehê: “Min sedemên xwe vegot serokê rêzdar. Mînaka Destûra Bingehîn a bedkar ketiye meriyetê û 2 caran bi guhertinan daraz kirine bin kontrolê. Bi fermana desthilata derbarê me de doz hatiye vekirin û kesên bên cihê we jî dê derbarê me de biryareke bêalî nedin. Dadgerên li vir yek bi yek red dikim.”   ‘EM Ê TARIYÊ RONÎ BIKIN’   Ata, diyar kir ku dosya jê tên darizandin ew dosyaye ku ew ê pê tariyê ronî bikin û ev tişt got: “Pir ji we ne bi hêvî me lê dîsa jî ji we rica dikim ku hûn jî bêyî ku mudaxale bikin guh bidin me û destûr bidin ku em rastiyê derxin holê. Hêvî dikim ku hûn jî xwendinên ku em pêşkêş dikin bixwînîn û siberojê li gorî vê biryara xwe bidin.”