Gotin ‘kargoya te heye’ û sîxurtî teklîf kirin 2021-05-20 14:15:00   STENBOL - Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Caziye Aygun diyar kir ku hin kesên ku nasnameya wan nediyar bi gotina “kargoya te heye” xwe gihandina wê, sîxurtî teklîfî wê kirine û wiha got: “Ez ê dest ji têkoşîna xwe ya ciwanan bernedim. Ji ber ku gef li min xwarin ez ê di paş de gav naavêjim.”   Pêkanînên zext, binçavkirin, girtin, revandin û ferzkirina sîxûrtiyê ya li ser endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) berdewam dikin. Yek ji endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Caziye Aygun,  di 18’ê Gulanê de li navçeya Kadikoya Stenbolê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve gef lê hat xwarin û sîxurtî lê hat ferzkirin.    GEF Û SÎXURTÎ   Aygun, tiştên ku hatin serê wê vegotin û wiha axivî: “Dema ez li navçeya Kadikoyê digeriyam nimreyeke ku min nas nekir li min geriya û got ‘kargoya te heye’. Min jî got qey pêlava ku min sîparîşa wê daye hatiye. Kesê bi telefonê diaxivî got ‘tu li ku yî?’ Min jî got ez li rawestgeha otobûsê me. Pişt re hatin cem min.”Aygun, anî ziman ku piştî demekî kurt kesên nasnameya wan nediyar hatin cem wê û kulîlkek dane wê, dema pirsa vê yekê kir jî wan kesan bersiva ‘Xwestin ku em nîşeyekê bidin te’ dane. Aygun berdewama axaftina xwe de wiha got: “Pişt re gotin em ji miduriyeta polîsan tên. Dûre gotin ez diçim rêxistina navçeyê û têm, xebatên ciwanan dimeşînim. Gotin ‘em malbata te jî nas dikin’ Bi vî awayî gef li min xwarin. Pişt re ji min re gotin ‘Rojekê tu dikarî bi me re hevkariyê bikî wê demê dîsa tu dikarî hevalên xwe bibînî. Lê divê vê yekê tu ji me re bêjî. Em dikarin madî manewî bi her awayî ji te re bibin alîkar’.”   ‘EM Ê ŞEV BÊN MALA TE’   Aygun, anî ziman ku piştî bersiva ‘ez li ser piyên xwe dikarim bisekinim, hewcehiya min bi pereyê we nîne’ da wan û wan kesan jî ji re gotiye ‘xelet fêm neke tu dikarî dîsa bixebitî, alîkariyeke me wê ji te re bibe’. Aygun, tiştên ku pişt re hatin jiyîn wiha vegotin: “Kûlîlk dan min pişt re navê hevalekî min dubare dubare gotin. Piştî ku min qebûl nekir bi gotina ‘heke tu wisa berdewam bikî, tu dê şevekê ji nişka ve ji mala xwe bê girtin’ gef li min xwarin û gotin ‘vê weke gef xwarinê fêm neke weke şîreteke birayekî bibîne, em ji te re dibin alîkar’. Min ji wan re got pêwistiya min bi kesê nîne. Dûre min pişta xwe da wan û ez çûm.” Aygun, da zanîn ku careke din li wê nimreya ku li ew aciz kiribû geriya û jê re gotiye ‘careke din min aciz nekin’. Aygul, anî ziman ku li ser vê gotina wê bersiva ‘Hemen red neke divê em rûnin û biaxivin’ girtiye.   ‘EZ DEST JI TÊKOŞÎNA XWE BERNADIM’   Aygun, bi bîr xist ku beriya niha jî li gelek hevalên wê bi heman awayî gef hatiye xwarin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kesê ji wan dest ji têkoşîna xwe berneda. Nikarin min ji têkoşîna min ve bikin. Qasî ku biryardariya min bibînin wê ji min dûr bikevin. Ez ê dest ji têkoşîna xwe ya ciwanan bernedim. Ji ber ku wan gef li min xwarin ez paş ve gavê naavêjim. Karekî ku îllegal bikim tune ye. Ew dixwazin îllegalîze bikin.”