Di Doza Kobanê de wergervanê kurdî tune ye! 2021-05-20 14:41:39 ENQERE - Siyasetmedarên di Doza Kobanê de tên darizandin têkildarî daxwazên reda dadgerî û tehliyeyê, parastina xwe bi kurdî kirin, lê bêyî ku wergervan hebe daxwazên wan hatin wergirtin.    Danîşana duyemîn a Doza Kobanê di roja duyemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncana Enqereyê berdewam dike.   ‘DOZEK SIYASÎ YE’     Berdevkê HDP’ê û Rêveberê Navenda HDP’ê yê berê Gunay Kubîlay têkildarî daxwaza reda dadgerî û tahliyeyê axivî û destnîşan kir ku baweriya wî bi darizandina şandeya dadgehê nayê û ev doz, dozek siyasî ya li dijî HDP’ê ye. Kubîlay anî ziman ku têkidlarî bûyeran tu delîlek şênber nîne. Kubîlay destnîşan kir ku şandeya partiya wan di roja bûyerên Kobanê de li cem hikumetê bûn û lê niha parlamenter û rêveberên HDP’ê di girtîgehê de ne. Kubîlay da zan3in ku şandeya dadgehê li gorî Destûra Bingehîn û DMME’yê tevnagere û vê dozê tenê bi dîrektîfên siyasî tê birêvebirin û ji ber ku ev endamên dadgehê ji aliyê siyasî ve tên birêvebirin divê cubeyên xwe ji xwe bikin. Kubîlay got ew ji bo avakirina jiyanek azad û demokratîk xebitî ne û wê dev ji têkoşîna xwe bernedin.    PARASTINA BI KURDÎ NEHAT WERGERANDIN    Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê ya berê Gulser Yildirim jî hêcetên xwe yên reda dadgerî bi kurmancî rave kir. Ji ber ku li eywana danişînê wergêr nebû, parastina Yildirim nehat wergêrkirin.    Yildirim anî ziman ku ji bo li eywanê wergêr nîne wê dirêj nirxandinê neke û got: “Dibêjin Doza Kobanê, lê em ê vê qebûl nekin. Ev doza qedexekirina siyaseta gelê kurd e. Ev zilma rejîma yek zilamî ye. Zîhniyetek ku li ser înkarê ava bûye ye. Heta ku ev zîhniyet berdewam bike, wê ev pirsgirêk jî bidomin. Her kesên xwedî ehlaq, wîjdan û lêgerîna heqîqetê dike tên mehkûmkirin. Ne meseleyek ku îro dest pê kiriye ye. Ev sed sal in wiha didome. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê berdewam dike. Ew çawa dikarin me bidarizînin? Mafên me hemû tên binpêkirin. Ev di tu dîn û tu îmanê de nîne. AKP dîn bi kar tîne. Dibêje em misilman in. Lê tiştên ku eleqeya wê bi misilmaniyê re nîne dike. Ji mêj ve li ser gelê kurd komkujî tên kirin. Gelo xelkê kurd ne misilman e?”    JI BO AZADIYÊ TÊKOŞÎN    Yildirim destnîşan kir ku bîrdozî, fikr û ramanên HDP’ê tirsê xistiye nava dilê îqtidarê û ev kesên îro me didarizînin li ser berjewendiyên dîn serdestiya xwe didomînin. Yildirim got îqtidar bi zîhniyetek nexweş tevdigere û ew ê ji bo azadiyê û edaletê û wekheviyê têbikoşin. Yildirim destnîşan kir ku dadgeh heqîqetê nîşan nadin û baweriya wê bi şandeya dadgehê nemaye û dijminatiya gelê kurd nayê qebûlkirin.    BÊYÎ KU WERGÊR HEBE DAXWAZ HAT WERGIRTIN    Parêzeran piştî axaftina Yildirim axivîn û gotin: “Ji ber ku li eywana danişînê wergêr nîne, we ji daxwaza reda dadgerî fêm nekir. Lê hûnê qasek din di vê mijarê de biryarek bidin. Hûnê têkildarî rewşek ku rastiyên we nebihîst biryarê bidin. Hin hevalên me din jî ku bi kurmancî biaxivin hene. Ji ber vê yekê em dixwazin wergêr jî li vir werin amadekirin.”    Serokê dadgehê jî got: “Têkildarî ez ê çi biryarê bidim, ji niha ve qenaetê çê nekin. Heta em li qeydên SEGBÎS’ê temaşe nekin, daxwaza reda dadgerî girê nadin biryarê.”    ‘EZ DADGEHA WE QEBÛL NAKIM’    Siyasetvan Zeynep Olbecî jî ji Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû û wiha got: “Dosyeyek ku DAIŞ’ê diparêz e, hatiye amadekirin. Tiştek li ser navê hiqûq û mirovahiyê nîne. Lewma ez vê dadgehê qebûl nakim. Parêzerê min wê bi berfirehî her tiştî raxîne holê. Delîl hemû ji ANF’ê hatine berhevkirin û pêşkêşî vir hatine kirin. Dide nîşandan ku şande çiqas alîgir e ku vê dosyeyê qebûl kiriye. Lewma ez şandeya dadgehê red dikim.”    Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ê qeyûm danîn şûna wî jî parastina xwe kir û anî ziman ku ji bere w nexweş e parêzerên wî serî li dadgehê dane û ji bo tedawiya xwe bike xwest were berdan.    Piştî parastina Bîlgen şandeya dadgehê saetek navber da danişînê.