Parlamenterên HDP’ê daxwaz kirin ku binpêkirinên li girtîgehan bên lêkolînkirin 2021-05-20 15:36:18   AMED – Parlamenterên HDP’ê, serî li Komîsyona Lêkolînên Binpêkirinên Mafên Mirovan a Meclisê dan û daxwaz kirin ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehên amade di cih de lêkolîn bike.    Parlamenteren HDP’ê yên Amedê Dersim Dag, Semra Guzel û Remziye Tosûn, derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Amedê ku di rapora OHD’ê de hatibûn parvekirin de serî li Komîsyona Lêkolînên Binpêkirinên Mafên Mirovan a Meclisê dan û daxwaz kirin ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan di cih de lêkolîn bike.