Buldan dayika Ayşe Gokkan ziyaret kir 2021-05-20 16:02:57   RIHA - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, dayika Berdevka Demî ya TJA’yê Ayşe Gokkan a girtiye Lutfiye Gokkan ziyaret kir.   Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Parlamenterên HDP’ê Ayşe Surucu û Mahmût Togrûl û endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, dayika Berdevka Demî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a girtiye Lutfiye Gokkan li mala wê ya li Gundê Kulunçe ya Navçeya Pirsûsê ziyaret kirin. Şandeya ku piştî girtina nobeta sembolîk a li şûna malbata Şenyaşar derbasî Pirsûsê bû û Rêxistina HDP’ê ya Navçeyê ziyaret kir. Gelek kes beşdarî serdanê bûn.    ‘BI SEDAN KEÇÊN MIN HENE’   Şande dûre di dorpêça polîsan de derbasî mala Gokkan a li Gundê Kulunçe bû. Dayika Lutfiye Gokkan a şande pêşwazî kir, siyasetmedarên jin ên girtî bi bî xistin û wiha got: “Bi sedan keçên me yên ciwan bi awayekê ne heq di girtîgehan de tên girtin. Îro ne tenê du keçên min hene, bi sedan keçên min hene.”    ‘TÊKOŞÎNA JINAN’   Dûre Pervîn Bûldan, bal kişand ser êrişên li dijî têkoşîna jinan û wiha got: “Ayşe Gokkan kedek mezin ji bo têkoşîna jinan da. Ji ber vê bi awayekê ne heq hat girtin. Me xwest li ser navê hemû hevalên xwe yên jin we ziyaret bikin û silav ji Ayşe Gokkan re bişînin. Li vî welatî, li ser vê erdnîgariyê mafên jinan parastin, kirine sûc. Ayşe Gokkan jî mafên jinan diparast û ji bo têkoşîna jinan ked mezin dida. Îro bi awayekê ne heq di girtîgehê tê girtin. Ji ber vê me xwest em dayika wê ziyaret bikin.”   Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan û yên pê re, piştî serdanê derbasî Rihayê bûn.