Pîlotê şer Altan: Ên dîlan înfaz dikin, qey nikarin çekên kîmyewî bi kar bînin? 2021-05-21 09:00:42 STENBOL - Pîlotê şer Bahadir Altan, nûçeya rojnameya Mornîng Starê ku gotibû TSK'ê li Kurdistana Federe çekên kîmyewî bi kar aniye, nirxand û diyar kir ku TSK'ê berê jî li Rojava bombeyên fosforê bi kar anîbû û ev yek bi raporan hatibû aşkerekirin û got: "Kesên bi saxî mirovan dîl digirin û înfaz dikin, bi awayekî hovane seriyan jê dikin û li ber poz didin, qey nikarin çekên kîmyewî bi kar bînin?"  Li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe, operasyona Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ji 27'ê Nîsanê ve didome. Rojnameya îngilîz Mornîn Starê, ragihandibû ku TSK'ê di vê operasyonê de çekên kîmyewî bi kar aniye. Vê yekê bi wêne û dîtinan jî piştrast kiribû.    Bahadir Altan ku bi salan pîlotoya şer kiriye, îdiayên navbirî û armancên Tirkiyeyê nirxandin.    Altan, destnîşan kir ku polîtîkaya êrîşkariyê ya Tirkiyeyê ne polîtîkayeke nû ye û got: "Îqtidar her cara ku ditengije, an dibêje gaza xwezayê û petrol dîtiye an rageşiya di navbera xwe û cîranan de gur dike an jî li Bakurê Iraqê operasyonan dike."   'PÊDIVIYA QESRÊ BI ŞER HEYE'    Altan, anî ziman ku qelemên sereke yên ku Tirkiye hildiberîne û bi hilberandina wan pesnê xwe dide amûrên şer ên wekî ÎHA-SÎHA ne û got: "Mesela, Tirkiye hîbeyeke aborî dide ber Ûkraynayê. Ûkrayna bi wî pereyî diçe ji şîrketên zave SÎHA'yan distîne. Pereyê ku ji qaseya dewletê dertê berî ku biçe Ûkraynayê transferî alîgiran tê kirin. Bi gelek awayî pere bi awayekî dikeve bêrîka îqtidarê. Deynê gel jî heta tu bibêjî zêde dibe. A ha, pêdivî bi hamaseteke netewperest û şerekî heye ku ser vê yekê binuxumînin. Heger gel fêm bike ku ev pereyê ji bo şer tê xerckirin, ji bo tenduristiya mirovan, ji bo derziyan, ji bo piştgiriya gel bê veqetandin dê lîstika wan xera bibe. Ji ber vê dijminatiya li hemberî kurdan gur dikin û bi vî awayî prîmê dikin. Şer bi tena serê xwe krîza aborî gur dike. Heger gel vê yekê bibîne, dê îqtidar nemîne. Lewma pêdiviya qesrê bi şer heye."    Altan, destnîşan kir ku her operasyona tê kirin mesafeya navbera gelan zêdetir dike û got: "Ev operasyon me tim ji aştiya mayinde dûr dixin. Bi ya min armanceke îqtidarê jî ev e. Ên nan ji vê dixwin, ên gava aştî bimîne dê şensekî wan ê mayînê nemîne, derdoreke mafyayî û netewprest tim îqtidar e. 6 salên dawî îqtidar û vana li hev kirine. Ji roja ku ew û cemaetê ji hev qetiyane, stûnên sereke yên Erdogan Bahçelî û Perînçek in."    Altan, destnîşan kir ku ya ku dawî li vê bîne, biratiya gelan û piştevaniya sinifan e û got: "Lewma dixwazin bi operasyonan vê yekê xera bikin û dijminatiyê kûrtir bikin."   SÛCÊN ŞERΠ   Altan, bal kişand ser nûçeya rojnameya Mornîng Starê jî. Altan, destnîşan kir ku berê bi raporan hatibû aşkerekirin TSK'ê li Rojavayê bombeyên fosforê bi kar aniye û got: "Lê rapor înkar kiribûn. Ez nikarim bi dîmenên înfilaqkirina bombeyên li Iraqê tiştekî bibêjim. Lê dîmenên eskeran ku min berê temaşe kiribûn, ji bo sûcên şerî delîline têra xwe ne. Bi saxî mirov dîl girtine û ew înfaz kirine, bi awayekî hovane serê wan jê kirine û li ber poz dane. Gelek mînakên bi vî rengî hene. Tenê ne li Bakurê Iraqê, li nav welêt jî bi hinceta barîkatan li Cizîrê, li Şirnexê, di 2015-2016'an de polîsên taybet û gelek çeteyên ji Sûriyeyê anîn komkujî pêk anîn. Ma kesên van tiştan bikin, qey ê nikaribin çekên kîmyewî bi kar bînin?"    TEVGERA AŞTIYÊ   Altan, destnîşan kir ku eskerên bi topên hawanê êrîşî zarokan bikin û fermandarê wan ku fermandê didin wan, dê her tiştî bikin û got: "Berê li Vîetnamê eskerên DYA'yê ev tişt dikirin. Niha jî li Gazzeyê Îsraîl dike. Lê peymanên wekî Cenewreyê hene. Pîvanên gerdûnî hene. Diviya bû cîhan û dewlet di vî warî de ber bi rewşeke hîn baştir ve biçûna, lê mixabin niha bereksê wê diqewime. Heger raya giştî ya navneteweyî tevnegere û pêşî li ber van pêkanînan û dijminatiyan negire, dê li hemû welatan derdorên netewperest û faşîst xurt bibin. Bi ya min niha eynî wekî 68'an li seranserê cîhanê pêdivî bi Tevgera Aştiyê heye."    MA / Ferhat Çelîk