Malbatên girtiyan: Heger deriyê Îmraliyê bê vekirin, dê zarokên vî gelî nemirin 2021-05-21 09:00:43 ŞIRNEX - Malbatên girtiyan xwestin tecrîda li Îmraliyê û operasyona derveyî sînor bidawî bibin û gotin: "Heger deriyên Îmraliyê bên vekirin, dê zarokên vî gelî nemirin."  Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û bidorveger ên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, di roja 175'an de didomin. Malbatên girtiyan, bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê û operasyona derveyî sînor a Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) dan ku ji 23'yê Nîsanê ve li Zap, Avaşîn û Metînayê didome.    'ARMANC KOMKUJÎ YE'    Dayika 2 girtiyan Nermiye Îverendî, anî ziman ku kengî tecrîd dibe xebera mirinê û kuştinê zêde dibe û got: "2 zarokên min girtî ne. Ji roja ku hatine girtin heya niha gef li wan tên xwarin û tahde li wan tê kirin. Ev êrîş di şexsê girtiyan de, li tevahiya welat belav bûye. Li dijî van êrîşan dest bi grevên birçîbûnê kirin. Pêwîst e ku dewlet guh bide daxwazên wan û daxwaziyên wan demildest pêk bîne. Dema ku daxwazên girtiyan pêk hatin, ev şer, pêvçûn, kuştin û girtin jî wê bisekinin. Bila vê tecrîdê bi dawî bikin. Ji roja ku tecrîd giran bûye, pêvajoya şer jî dest pê kiriye. Îro operasyonên li dijî Avaşîn, Zap û Metinayê encamên tecrîdê ne. Bi dagirkirina xaka welatekî din, pêşketin çênabe. Li gel destpêkirina operasyonê li herêmê bi dehan gund hatin bombebarankirin û sivîl tên kuştin. Van sivîlan jî weke PKK'yî nîşan didin. Tu karê dewleta tirk li başûr nîne. Bila daxwazên girtiyan pêk bînin ku Tirkiye aram bibe. Zarokek min di pêvçûnan de jiyana xwe ji dest da, zarokek min ji ber zext û gefên dewletê welat terk kir û du zarokên min jî niha di girtîgehê de ne. Dewletê ew qas tişt anîn serê min, lê dîsa jî ez dibêjim aştî. Kurê min şehîd ket, bila zarokeke din nemire. Dibêjin ji bo ku PKK'ê tune bikin me ev operasyon dan destpêkirin. Lê derewan dikin û mesele jî ne ew e. Armanca dewleta tirk ew e ku komkujiyên ku li Cizîr, Sur, Nisebîn û Geverê dan destpêkirin, li Başûr temam bike. Operasyon, kuştin, girtin û şer encax bi rakirina tecrîdê wê bên sekinandin."   'LI DIJÎ HEBÛNA KURDAN DAN DESTPÊKIRIN'    Hacer Yîgît ku kurê wê Zekî Yîgît 13 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê de ye, diyar kir ku mifteya aramiyê li Îmraliyê ye û heger tecrîd ranebe wê encamên wê giran bin û got: "Kurê min ev 13 sal in di girtîgehê de ye. Daxwaziya wan azadkirina gelê kurd e. Lê dewleta tirk bi girankirina tecrîdê dest bi operasyonan kir. Heger îro deriyên Îmraliyê vekirîbana, îro zarokên xelkê nedihatin kuştin. Lê dewleta dagirker ji xwînrijandinê û  ji dagirkirina xaka kurdan têr nabe. Ev operasyon, ne tenê meseleya gerîlayan e. Ma gerîla zarokên kê ne, ma qey ji asîmanan hatine? Gerîla zarokên kurd in û ji bo azadiya gelê xwe tedikoşin. Bila hemû kurd bizanibin ku heger îro pariyek nan dixwin, bi xêra tekoşîna ku îro tê dayîn dixwin. Hîn ku komkujiyeke mezin pêk nehatiye, bila demildest vê operasyonê bidin sekinandin. Ev operasyon li dijî hebûna kurdan hatiye destpêkirin. Bi van operasyonan ew ê nikaribin kurdan tune bikin. Çi qas ji destê wan tê bila bikin, kurd xelas nabin. Çavên me li rêya dûr in. Me zarokên xwe di nav tunebûnê de xwedî kirine. Em naxwazin xebera mirina zarokên xwe bistînin."    'TECRÎD PÊŞÎ LI BER ŞER Û MIRINÊ VEDIKE'   Behîce Sakman ku hevjînê wê Mutalîp Sakman di dema qedexeya derketina derve de li Sîlopyayê hatiye girtin, anî ziman ku girankirina tecrîdê zirar dide gelên Tirkiyeyê û wiha got: "Hevserê min ev 6 sal in di zindanê de ye. Zext û zoriyên li ser girtiyan pir in. Bi salan in dixwazin ku tecrîd bi dawî bibe. Ji bo bidawîkirina tecrîdê jî çalakiyên dîrokî pêk tînin. Lê mixabin dewlet naxwaze vê berxwedanê bibîne û paş guh dike. Dibe ku di girtîgehan de cenazeyên wan ji me re bê. Em ji vî tiştî pir ditirsin. Bila dewlet êdî bes xwe ker û lal bike. Rewşa Tirkiyeyê di xetereyê de ye. Di milekî de operasyonê dide destpêkirin û ji milekî ve jî gelê xwe di bin tecrîtd de dihelîne. Em naxwazin, êdî dayîk hêsiran bibarînin. Li şûna operasyonan bila tecrîdê bi dawî bikin. Ev tecrîd ne tiştekî mirovî ye û li dijî însanetiyê ye. Girankirina tecrîdê pêşî li ber şer û mirinê vedike. Em naxwazin ne gerîla ne eskerne jî polîs bên kuştin.  Tenê çareserî, rakirina tecrîdê ye. Kengî ku guh dan daxwazên girtiyan wê çaxê ev alozî jî wê bi dawî bibin."    'ŞÛNA ŞER GUH BIDIN DAXWAZÊN GIRTIYAN'    Merhan Ayaz ku keça wî Aynûr Ayaz 24 sal in girtiye, bilêv kir ku heta ku daxwaziyên girtiyan neyên qebûlkirin wê li Tirkiyeyê alozî bi dawî nebin û got: "Zext û êrîşên li ser girtiyan tu caran bi dawî nebûn. Em dixwazin edelet pêk were. Bila êdî bes zilmê bikin. Xweşî ji nexweşiyê çêtir e. Bila êdî bes nexweşî zêde bibe. Em hêvî dikin ku çareseriyê pêk bînin. Heger bixwazin dikarin xweşiyê bînin. Keça min 24 sal in di girtîgehê de ye. Heta niha sirgûnî 6-7 girtîgehan kirine. Heta kengî wê vê zilmê berdewam bikin? Em bang li komeleyên mafên mirovan dikin, bila li hemberî vê zordestiyê bêdeng nemînin û çareseriyekî bibînin. Em jî wekî her mirovekî daxwaza azadiyê dikin. Lê belê li gorî wan tu mafê kurdan li ser erdê dinê tune ye. Zilm, heqeret û xwînrijandin bes e. Ma heta kengî em ê di bin zilmê de bin? Ev çend sal in em zarokên xwe nabînin. Daxwaziya wan ev e ku ev zilm, kuştin û mirin xelas bibin. Daxwaziyên wan daxwaziyên me ne û bila li şûna şer guh bidin girtiyan."