Polîsan bi ser malên kesên di bin çavan de girtin 2021-05-21 10:52:02   ENQERE - Duh di çalakiya bîranînê ya ji bo şoreşgerên di meha Gulanê jiyana xwe ji dest dan de, 13 kes hatin binçavkirin. Polîsan îro bi ser malên kesên di bin çavan de girtin.    Rêxistinên ked û demokrasiyê ji bo yek ji pêşengên nifşê 68’an Îbrahîm Kaypakkaya û şoreşgerên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane, duh li Parka Tekmezar a navçeya Mamaka Enqereyê daxuyanî dan û di daxuyaniyê de 12 kes hatin binçavkirin. Dema binçavkirina 13 kesan hat dirêjkirin. Polîsan îro di saetên serê sibê de, bi ser malên kesên di bin çavan de girtin û lêgerîn kirin.    Navên kesên di bin çavan de wiha ne: Cîhan Altaş, Ozan Denîz Odemîş, Hasan Altûn, Denîz Agridogdû, Seçîl Işik, Faîk Hamarar, Huseyîn Gençay, Sila Yûrt, Selma Tokaç, Celîl Resîlogûllari, Dogûkan Ertan, Devîn Asya Açikellî, Berk Gokşar.