Girtiyê nexweş Ozkan di nava 4 rojan de 4 caran rakirin nexweşxanê 2021-05-21 13:30:40   AMED - Girtiyê nexweşê giran ê 83 salî Mehmet Emîn Ozkan ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimîne, ji ber rewşa tenduristiya wî giran bûye, di nava 4 rojan de 4 caran rakirin nexweşxanê.    Girtiyê nexweşê giran Mehmet Ozkan ê 83 salî yê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimîne, ji ber ku rewşa wî giran bû, duh rakirin Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Hat hînbûn ku Ozkan di nava 4 rojan de, 4 caran sewqî Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatiye kirin. Ozkan ê 25 salin girtiye, heya roja îro 5 caran krîza dil derbas kiriye û 4 caran jî anjiyo bûye. Di heman demê de nexweşiyên Ozkan ên weke dil, tansiyon, guatra bijehr, helîna hestiyan, girçik, rovî, kîlo dayîn û bîrkirina hafizeyê hene.   ‘REWŞA BAVÊ MIN NE BAŞE’   Keça Ozkan, Selma Ozkan, derbarê rewşa bavê xwe de agahî da ajansa me û wiha got: “Di 17’ê Gulanê de, ji ber ku tansiyona bavê min bilind dibe, radikin nexweşxaneyê. Dûre paşve dişînin girtîgehê. Tansiyona bavê min her tim bilind dibe. Ji roja Dûşemê ve bû 4 caran wî radikin nexweşxaneyê û piştre paşve dibin girtîgehê. Îro cardin bavê min rakirin nexweşxaneyê. Em çûn nexweşxanê, rawestiyan, lê bavê min ne anîn. Duh wî anîn beşa Kardiyolojiyê. Ji vir jî wî şandin beşa  daxiliye. Beşa daxiliyê got divê bavê min bê razandin. Lê ji ber ku bavê min dermakirina bi kelepçeyê red dike, wî şûnde dibin girtîgehê. Niha di qawîş de tê girtin. Rayedarên girtîgehê, dibêjin rewşa tenduristiya wî başe. Lê rewşa wî qet nebaşe.”