Doza Kobanê: Wê rastiya Doza Kobanê derkeve holê 2021-05-21 16:37:37   ENQERE - Parêzerên Doza Kobanê diyar kirin ku ev doz dozek siyasî ye û wê di dosyeyê de rastî derkevin û ji bo rastî derkevin divê zemîn were amadekirin.    Danişîna duyemîn a Doza Kobanê di roja sêyemîn de li Dadgeha Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike. Danişîn bi parastina parêzeran didome û piştî navberê parêzeran parastinên xwe berdewam kirin.    Parêzerê rêveberê HDP’ê Alî Urkut, Erhan Urkut, parêzerê rêvebera berê ya HDP’ê Meryem Adibellî, Mustafa Kemal Baran, parêzerê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag Cahît Kirkazak, parêzera hesabgirê berê yê HDP’ê Zekî Çelîk, Îffet Aktaş û parêzerê Parlamenterê HDP’ê yê berê Îbrahîm Bînîcî, Kemal Cîhat Bînîcî parastina miwekîlên xwe kirin.    Parêzeran destnîşan kir ku ev doz dozek siyasî ye û wê di dosyeyê de rastî derkevin û ji bo rastî derkevin divê zemîn were amadekirin. Parêzeran anî ziman ku ew ê rastiyan derxin holê. Parêzeran xwest miwekîlên wan werin berdan.    Danişîn bi parastina parêzeran berdewam dike.