Li Semsûrê bertek nîşanî tecrît û operasyonên leşkerî dan 2021-05-21 16:51:43   SEMSÛR - Rêxistina HDP’ê ya Semsûrê bang kir ku tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û operasyona derveyî sînor bê rawestandin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Semsûrê  têkildarî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û operasyona derveyî sînor li avahiya xwe daxuyanî da. Rêveberên HDP'ê beşdarî daxuyaniyê bûn û di daxuyaniyê de pankarta “Bila operasyon bê rawestandin, tecrîd bê bidawîkirin û bila pêşiya çareseriya demokratîk bê vekirin” hat hildan.     ROLA OCALAN   Hevseroka HDP’ê ya Semsûrê Zelîha Karinca, destnîşan kir ku operasyonên derveyî sînor şer zêdetir dikin û wiha got: “Ligel ku her carê dibînin operasyon nabin çare jî dîsa di vê mijarê de israr dikin.” Karinca da zanîn ku desthilat di polîtîkaya xeletiyan de israr dike û wiha axivî: “Ligel ku dizanin di çareserkirina pirsgirêka kurd de aktorê sereke Birêz Ocalan e jî ji bo ku rola neleyize tê tecrîdkirin. Bi awayekî bêhiqûqî hevdîtina wî ya bi malbat û parêzerên wî re asteng dikin.”   BANGA HESTIYARIYÊ   Karınca anî ziman ku dema hikumet di polîtîkayên derve û hundir de dixetime operasyonên derveyî sînor dide destpêkirin û wiha berdewam kir: “Dema gel û partiyên siyasî pirsa ‘128 mîlyar dolar li kû ne?’ kir. Bersiva ‘balafirgehên me bê pere nafirin, hûn dizanin guleyek bi çiqasê ye?’ didin. Polîtîkayên ewlehiyê tu feydeyê nade çareseriya siyasî. Tenê riya rast di bingeheke demokratîk û aştiyane de diyarlog û muzakere ye. Em dixwazin ku weke gava ewil a pêvajoya çareseriyê Birêz Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Di vê mijarê de di serî de raya giştî hemû sazî û dezgehan vedixwînin hestiyariyê.”