Ragip Dûran: Îfşayên Peker sinyalên îflaskirina rejîma yekzilamî ne 2021-05-22 09:00:23 STENBOL - Rexnegirê Çapemeniyê Ragip Dûran, diyar kir ku divê têkiliyên dewlet-mafya-çapemeniyê yên piştî vîdeoyên serokê rêxistina sûcî ya organîzekirî Sedat Peker derketin holê, tevî pirsgirêka kurd bên nirxandin. Dûran destnîşan kir ku îfşayên ku Peker dike sinyalên îflaskirina rejîma yekzilamî ne.  Serokê rêxistina sûcî ya organîzekirî Sedat Peker çend hefte nin hin vîdeoyan diweşîne. Piştî van vîodeyan nîqaşên derbarê têkiliya dewlet-mafya-çapemeniyê û bertekên li hemberî vê zêde dibin.    Rexnegirê Çapemeniyê Ragip Dûran, anî ziman ku di pirsgirêka kurdî de dewlet, mafya û çapemenî li heman terefî cî girtine û îfşayên tên kirin sinyalên îflaskirina rejîma yekzilamî ne.    GAME OVER   Dûran, destnîşan kr ku bi daxuyaniyên Peker re, têkiliyên dewlet-mafya-çapemeniyê aşkere dibin û ev yek nîşan dide ku dawiya rejîma yekzilamî nêz bûye û got: "Pergal, sinyalên îflasê dide. Merheleyeke din dê bêje bîp bîp û piştî nivîsa Game Over derkeve, dê ekran reş bibe."    Dûran, anî ziman ku şirîkên berê û yên nû yên îqtidarê û derdorên 19 sal in mifha wan di rejîma qesrê de hene, êdî dibînin ku îqtidar dirûxe û lewma her kes ketiye etra xwe ku xwe bi xelasiyê bixe. Dûran, destnîşan kir ku hin kes bi teşhîrkirina tiştên derqanûnî û ne rewa dixwazin xwe bi xelasiyê bixin û di vê rizandin û dejenrebûna topyekûnî de, dewlet jî û mfaya jî paya xwe wergirtine.    KÎ DEWLET E KÎ MAFYA YE?    Dûran, anî ziman ku di rêzefîlmên ku ji bo progandaya netewperestî û dewletparêziyê tên weşandin de bi awayekî aşkere tê dîtin ku dewlet têkilî bi pergalên derqanûnî û ne rewa re daniye û ev têkilî têkiliyeke dûr û dirêj e.    Dûran got: "Di dilê hemû rêvebirên paye bilind ên dewleta tirk de, Yakûp Cemîlek heye. Di mêjiyê wan jî Talat Paşayek. Niha pirsa 'kî dewlet e kî mafya ye' ketiye rojevê. Hingî wisa daxilî nav hev bûne. Wezîrekî karên navxweyî behsa 'şikandina nigên' kesekî dike, mafyayek behsa awayê xebata dozgeran dike. Dibêjin, di dewletê de berdewamiyî esas e. Ev rêgez ji bo mafyayê jî derbasdar e. Rêvebirên komara me ya nekom, ji roja ku komar hatiye avakirin heya niha, ji dêvla çareserkirina pirsgirêkên civakê, xw edan tela pergalên derqanûnî û ne rewa. A rast ev yek jî pirsgirêk çareser nekirin, lê îqtidara rêvebiran hinekî din jî dirêj kir."    TIFAQEKE DIJÎ KURDAN    Dûran, destnîşan kir ku têkiliya dewlet-mafya-çapemeniyê divê di çarçoveya neçareserkirina pirsgirêka kurdî de bê nirxandin, ji lew re ji roja ku komar hatiye avakirin heya niha rêbazên înkarkirin û tahdeyê didomin. Dûran, bilêv kir ku dewlet di polîtîkayên xwe de bi ser neket û pirsgirêka kurdî bû pirsgirêkeke global a siyasyî û tevgera kurd li gor serdema Şêx Seîd hîn bêtir xurt bû.    Dûran got: "Bi ya min sînorê meseleyê tenê ne Agar û Peker in. Çi muxalefeta fermî, çi partiyên berê û çi jî yên nû, hemû jî di meseleya kurdî de eynî wekî meseleya ermeniyan, polîtîkayên fermî yên dewletê diparêzin. Di meseleya kurdî de jî dwlet, mafya û çapemeniya serdest li heman terefî cih girtine."     MA / Îdrîs Sayilgan