Xeraca navçeyê 2 sal berê temam bû, lê hê jî nehatiye şixulandin 2021-05-22 09:00:28 AMED - Li Pasûrê Qeyûm bi milyon û 950 hezar TL'yî xerac çêkir, 2 sal in hê nehatiye xebitandin. Qeyûm di sala 2018'an de li Bûlwara Tûrgût Ozal a Pasûr a Amedê, bi milyon û 950 TL'yî xerac çêkir. Lê hê jî nehatiye şixulandin. Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Cûmalî Atîlla û Qeyûmê Şaredariya Pasûrê Fatîh Dulgeroglû ku di çarçoveya lêpirsîna "FETO"yê de ji peywirê hatibû girtin, ji bo projeya xeracê di 4'ê Nîsana 2018'an de îhale çêkirin. Îhale bi milyon û 950 hezar TL'yî dan şîrketa Nûrfe Înşeatê.    DÊ 2 SAL BERÊ VEKIRINA    Di Adara 2019'an de jî otogar hat vekirin. Waliyê Amedê Basrî Guzeloglû, Parlementerê AKP'ê yê Amedê Mehdî Eker, Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Cûmalî Atîlla û Qeyûmê Şaredariy Pasûrê Fatîh Dulgeroglû tevli merasîma vekirinê bûn.    MEXDÛR KIRIN   Lê belê xeraca ku di dema merasîma vekirinê pesnê wê hatibû dayîn, zêdetirî du sal in nehatiye şixulandin. Ji ber vê jî şêniyên navçeyê mexdûr dibin. Fîrmayên otobêsan li hn deverên bajêr disekinin û ev yek jî dibe sedem ku trafîka nav bajêr qelebalixtir bibe.    Nehat hînbûn bê çima xerac nayê şixulandin û rayedarên Şaredariyya Bajarê Mezin jî derbarê wê de tiştek negotin.