Lêpirsina eskeran a li Dersîmê bi sînor kirin 2021-05-22 10:56:28   DERSÎM - Li Dersîmê di 20'ê gulanê de 2 eskeran jina bi navê V.Y. li erdê dirêj kir û çek xistin serê wê. Piştî bûyerê walîtiyê, biryara "Sînorkirina lêpirsînê" da. Têkildarî mijarê Prz. Fatma Kalsen, anî ziman ku der barê lêpirsînê de biryara "Sînorkirinê" anîne, lê ew dê heta dawî dozê bişopînin.    Li Navçeya  Pilurê ya Dersîmê, 2 eskeran di 20'ê gulanê de jina bi navê V.Y. bi hinceta "bombe li ser heye" li erdê dirêj kirin û çek xistin serê wê. Lêpirsina têkildarî mijarê didome. Piştî bûyerê Waliyê Dersimê têkildarî mijarê biryara "Sînorkirina lêpirsînê" da. Parêzera V.Y. û Endama Komîsyona Jinan a Baroya Dersîmê Fatma Kalsen, anî ziman ku walitiyê der barê dosyayê de biryara sînorkirina lêpirsînê anîye û wiha got: "Li taxa Cumhuriyetê V.Y. peyatî hat kolana navendê. Ewilî 3 polîsên sivîl V.Y. bi hinceta "Bi guman e" rawestandin. Li nasnameya wê nerîn û piştre berdan. Li ser vê yekê V.Y. got 'Carek din pirsgirêk çênabe ne wisa?' Polîsan jî gotin 'Na tu pirsgirêk çênabe'  Lê dema polîsan li nasnameya V.Y nerîn, polîsekî got 'Duh li taxa Cumhuriyetê tu û hevalekî xwe bi hevre digeriyan ne wisa?'. V.Y., dema ji bo vegere mala xwe ya li taxa Cumhuriyetê, eskeran V.Y li rawestgeha otobusê li erdê dirêj kirin û çek xistin serê wê. Dema V.Y. li erdê dirêj kirin, V.Y. kir qêrin û gel li ser serê wê kom bûn. Gel bertek nîşanî vê yekê dan. Piştî bûyerê V.Y., ewilî birin nexweşxaneyê û piştre birin Midûriyeta Polîsan a Dersimê û îfadeya wê girtin."    POLÎSAN PIŞTÎ BÛYERÊ 2 KES BINÇAV KIRIN   Prz. Kalsen, anî ziman ku piştî bûyerê polîsan bi hinceta "Zerar taye cendirmeyan" 2 kes binçav kirin û wiha axivî: "2 kes bi navê şahit anîn midûriyeta polîsan. Lê piştre wekî bersûc binçav kirin. Me bi kesekî hat binçavkirin re hevdîtin kir. Wî kesî got 'Wekî şahit bang li min kirin. Lê li miduriyeta polîsan muameleya bersûc li min kirin. Bi saetan li midûriyeta polîsan dan rawestandin û piştre berdan.    Prz. Kalsen, destnîşan kir ku bûyera ku dozgeriyê der barê wê de lêpirsîn da destpêkirin, walîtiyê biryara sînorkirina lêpirsînê daye. Prz. Kalsen, anî ziman ku berpirsiyarê vê yekê dewlet e û bi zanebûn ev yek anîne serê V.Y.’yê. Kalsen, bibîr xist ku dê heta dawî bûyerê bixopînin."