Xizmên Windayan li aqûbeta Zubeyîr Kurt pirsîn 2021-05-22 12:03:07   AMED - Şaxa ÎHD’a Amedê û Xizmê Windayan li aqûbeta Zubeyîr Kurt ê ji aliyê leşkran ve di binçavan de hat windakirin û 28 sal in agahî jê nayê wergirtin pirsîn.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û XizmênWindayan di hefteya 641’emîn de çalakiya bi dirûşma “Bila winda bên dîtin, faîl werin darizandin” li ser hesabên medya salan li dar xist. Ji ber pandemiyê di vîdeoya hat weşandin de Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê parêzer Hasan Yalçin serpêhatiya winda vegot. Yalçin got ew vê hefteyê jî çîroka Zubeyîr Kurt ê di 23’yê mijdara 1993’yan de li gundê Bîrika navçeya Bismilê ji aliyê leşkeran ve hatiye binçavkirin û windakirin parve dikin.    28 SAL IN AGAHÎ JÊ NAYÊ WERGIRTIN    Yalçin anî ziman ku li gorî axaftin û gotinên dayika Zubeyîr Kurt, Koçer Kurt ku dibêje serpêhatiya windakirina lawê wê wiha ye: “Zubeyîr Kurt beriya ku were windakirin, salek berê birayê wî Abdurrahman Kurt, di binçavan de ji ber gelek îşkenceyên giran jiyana xwe ji dest dide. 23’yê mijdara 1993’yan de li gundê Bîrikê bi ser navçeya Bismilê ve operasyonek leşkerî tê lidarxistin. Leşkerên ku bi ser gund de digirin, bê ser û ber gund dide ber guleyan. Di êrişê de du heb gundî jiyana xwe ji dest didin. Di heman demê de leşker Zubeyîr Kurt dixin binçavan. Wî ji derveyî gundiyên wî li cihek din radigirin. Zubeyîr Kurt li gund sê rojan di binçavan de dimîne. Dayika wî Koçer Kurt dibîne ku canê lawê wê ji ber sermaye reş û şîn bûye û dayik radibe cilan ji lawê xwe re dibe. Her wekî din li gorî xwestak wî cixare jî jê re dibe. Dîsa pêdiviyên xwarinê ji bo lawê xwe peyda dike. Leşkerên ku sê rojan li gund dimînin, ji bilî Zubeyîr Kurt hemû gundiyan serbest berdidin. Lê leşker Zubeyîr Kurt li gel xwe dibin û ji wê rojê û vir ve malbata Zubeyîr Kurt tu agahiyek di derheqê wî de nastîne û hêj aqûbeta wî ne diyar e.”