Welatiyek di Çemê Dîcleyê de xeniqî 2021-05-22 13:33:49     AMED - Hamdullah Polat ku ket Çemê Dîcleyê xeniqî û cenazeyê wî hat derxistin.    Li gundê Tilhama bi ser navçeya Yenîşehîra Amedê ve Hamdullah Polat (37) ji bo masiyan bigire ket Çemê Dîcleyê û bi avê re çû. Hat zanîn ku Polat di avê de xeniqiye. Gundiyan bang li tîmên rizgariyê kirin û tîm çûn cihê bûyerê û cenazeyê Polat di çem de dîtin. Cenaze ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî.