ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Yûsûfoglû were berdan 2021-05-22 14:52:32   STENBOL - Şaxa ÎHD’a Stenbolê di çalakiya “Rûniştina F” de xwest girtiyê nexweş Ridvan Yûsûfoglû were berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Setenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 478’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Bi rêya onlaynê daxuyanî hat dayîn û ÎHD’ê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Ridvan Yûsûfoglû yê li Girtîgeha Panosa Agiriyê ya Tîpa L.    Endamê Komîsyona Girtîgeha a ÎHD’a Stenbolê parêzer Davût Arslan daxuyanî xwend û da zanîn ku li gelek girtîgehan şewba vîrûsa koronayê belav bûye û testên Kovid-19’ê yên girtiyên ku pozîtîf jî derdikevin tên veşartin.    REWŞA WÎ GIRAN DIBE    Arslan derbarê rewşa girtiyê nexweş Ridvan Yûsûfoglû yê 27 sal in girtî de agahî dan  û wiha got: “Ridvan Yûsûfoglû li Girtîgeha Panosê tê ragirtin. Di sala 1994’an de li Edeneyê tê binçavkirin û girtin û cezayê heta hetayê lê hatiye birîn. Li gorî ku malbata wî agahî daye me gelek nexweşînên wî hene. Ji bo ku derfetên tedawiyê li nexweşxaneyên Agiriyê nîne, Yûsûfoglû dibin Wanê tedawî dikin. Di rê de gelek pirsgirêk derdikevin. Di rê de hin bêtir nexweş dikeve. Veguheriyeya îşkenceyê. Ji ber ku baş nayê dermankirin, her ku diçe rewşa wî giran dibe. Parêzerê wî ji bo ku di vê pêvajoya xeter a pandemiyê de were berdan serlêdan kiriye lê daxwaza berdanê hatiye redkirin. Em dixwazin ji bo tevahiya girtiyên nexweş hestiyarî hebe. Divê Yusûfoglû û tevahiya girtiyên nexweş li tavilê werin berdan.”