Nifûsa bajêr 608 hezar e, heya niha tenê 70 hezar kes hatine aşîkirin 2021-05-23 09:02:52   ÊLIH - Hevserokê SES'a Êlihê Denîz Topkan, anî ziman ku li bajêr di 2 rojên dawî de testa 120 kesan pozîtîf derketiye û nifûsa bajêr 608 hezar e, lê heya niha tenê 70 hezar kes hatine aşîkirin.    Li Êlihê heya niha kêm kes hatine aşîkirin û ev demeke li bajêr hejmara kesên bi şewba Covîd-19'ê ketine zêde dibe. Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakê (SES) a Şaxê Êlihê Denîz Topkan, diyar kir ku pêvajoya pandemiyê li gor turîzmê tê birêvebirin û ji bo tenduristiya civakê gav nayên avêtin.    Topkan, anî ziman ku di dema biryarên qedexekirinê yên di çaçroveya tevdîgirtinê de mirov hepsî malê bûn û paşê tevdîr nehatin girtin û ev yek bû sedema pirsgirêkên cuda. Topkan, bilêv kir ku diviya bû testa PCR'ê bihata kirin ji bo kesên hepsî malê hatine kirin, lê belê nehatie kirin. Topkan got: "Bifikirin, kesek bi şewbê ketie û bi awayekî diçe malê. Îhtimal heye kesên din ên malê jî ji ber wî/ê pê bikevin. Ji ber ku testa wî/ê ya PCR'ê nehatiye kirin, nayê zanîn ka pê ketiye yan na. Li heman cihê dimîne û heman xwarinê dixwin. Ev hejmara pêketiyan zêde dike. Divê bê zanîn bi qedexeyan dê ev pêvajo baş neyê birêvebirin. Qedexe tenê ne cezabirîn e, divê di vê pêvajoyê xwe xwe bigihînin gel û şewb bê kontrolkirin. Lê ev nayê kirin. Tenê biryara qedexeyê digirin û ceza dibirin."    HEJMARA PÊKETIYAN ZÊDE DIBE   Topkan, destnîşan kir ku ji dêvla biryarên desteya zanistê, biryarên îqtidarê pêk tên, halbûkî divê ev pêvajo di çaçroveya pêvajoyeke zanistî de bê kirin. Topkan, da zanîn ku li bajêr di du rojên dawî de hejmara pêketiyan dîsa zêde bûye. Topkan, diyar kir ku rojê 200 testên PCR'ê tên kirin û ji vana 60 jê porzîtîf dertê. Topkan, anî ziman ku li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê 40 nexweş hene û gelek kesên pêketî jî li malê tên tedawîkirin û piştî qedexeya derketina derve li bajêr qelebalixiyek mezin çêbûye û ev jî nîşan dide ku dê hejmara pêketiyan zêde bibe.    NIFÛSA BAJÊR 608 HEZAR E, TENÊ 70 HEZAR KES HATINE AŞÎKIRIN    Topkan, destnîşan kir ku li Êlihê rêjeya aşîkirinê pir kêm e. Topkan, da zanîn ku nifûsa bajêr 608 hezar e, lê belê heya niha 70 hezar kes tenê hatine aşîkirin û ji ber ku rêjeya aşîkirinê kêm e, belavbûna şewbê zêde dibe.