Di bin çavan de 13 kesan dest bi greva birçîbûnê kirin 2021-05-23 15:13:59   ENQERE – 13 kesên ku ji ber bîranîna Îbrahîm Kaypakkaya û şoreşgerên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dabûn hatibûn binçavkirin, ragihandin ku dest bi greva birçîbûnê kirine.    Di 20’ê gulanê de polisan êrişî kesên ku xwestibûn damezrînerê Artêşa Rizgakirina Gundî û Karkeran a Tirkiyeyê (TÎKKO) Îbrahîm Kaypakkaya û şoreşgerên ku di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr bînin kiribûn û 13 kesan binçav kiribûn. 13 kesên binçavkirî ragihandin ku dest bi greva birçîbûnê kirine.