Doz li strana ‘Mizgîna leheng’ vekirin: Bêtehemûliya li dijî Kurdiye 2021-05-24 09:00:34 WAN - Ji hunermendên Koma Awaza Azad Fûat Ege yê ji ber ku di Newroza Wanê de strana “Mizgîna leheng” got darbarê wî de doz hat vekirin, ji bo dozê nirxandina bêtehemûliya li dijî Kurdiye kir.  Derbarê hunermendên Koma Awaza Azad a dibin banê Komeleya Çand, Huner û Lêkolînê ya Aryen de xebatên xwe bi rêve dibin, bi hinceta beşdarî Newroza 21’ê Adarê ya Wanê bûne û stran gotine de, doz hat vekirin. Derbarê hunermendên komê Fûat Ege û Rohat Aram de, bi hinceta ku strana “Mîzgîna leneng” a ji aliyê Hozan Serhat (Suleyman Alpdogan) ji bo Hozan Mizgîn tê gotin, gotine de, bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” îdîaname hat amadekirin. Piştî ku îdîaneme hat qebûlkirin, danişîna yekemîn a dozê wê di 30’ê îlonê de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê bê dîtin.    DIVÊ STRAN NEYIN QEDEXE KIRIN   Ege, bertek nîşanî doza derbarê stranê hat vekirin de, da û got: “Li Miduriyeta Polîsan, di dema îfade dayînê de ev pirs ji min kirin, ‘Te çima ev stran got? Tu wateya vê stranê dizanî? Ev stran qedexeye, we çima got?’ Ev stran ji aliyê gel ve hatiye qebûl kirin. Nabe ku bê qedexekirin. Divê stranên bi Kurdî, Tirkî, Lazî û hemû zimanên din, bi awayekê azad bên gotin.”   ‘EMÊ DEV JI HUNERA XWE BERNEDIN’   Ege, diyar kir ku stranên Kurdî kirina mijara dozê, bêtehemûliya li dijî Kurdî dide nîşandan û wiha hirsa xwe anî ziman: “Ev naxwazin hunera Kurdî pêş bikeve. Ev doz bêtehemûliya wan a li dijî zimanê Kurdî û hunera Kurdî datîne holê. Divê em vê rastiyê bibînin. Tehemûla wan a li hemberî stranên me, coşa me û Newroza me nemaye.”   Ege, dest nîşan kir ku bi vê dozê dixwazin hunermendên Kurd bitirsînin û wiha bi dawî kir: “Berdêla wê çi dibe bila bibe, emê dest ji hunera xwe bernedin. Dixwazin ne carekê bila 20 caran dozê li me vekin, ji bo pêşketina hunera Kurdî, çi ji destê me were em ê bikin. Emê tu carî paşve gav ne avêjin.”    MA / Cemîl Ûgûr