Li Kozanê 2 jin kuştî hatin dîtin 2021-05-24 10:02:41   EDENE - Li Kozanê, jinek di otomobîlê de û jinek jî di derveyî otomobîlê, kuştî hatin dîtin.   Li nêzî cihoka kolana Muftu Mustafa ya taxa Eskîkabasakal a girêdayî navçeya Kozan a Edeneyê, wesayîtik rawestiyabû. Welatiyên derdorê yên ji otomobîlê şik kirin, agahî dan eskeran. Esker û ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyer, 2 jinên di otomobîl û derdora wê de, bêtevger ferq kirin. Piştî kontrolê, hat tespîtkirin ku her du jin bi çekê hatine kuştin.   Di encama lêpirsînê de, hat tespîtkirin ku jina ku di otomobîlê de kuştî hat dîtin Tûgçe Duman a 27 saliye û jina cenazeyê wê derveyî otomobîlê hat dîtin jî Melek Elşemo (24) a ji Sûriyeyê ye. Piştî lêkolîn û lêpirsîna hatin kirin, cenazeyê du jinên bi çekê hatine kuştin, ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê (ATK).