Li çend bajaran bi ser gelek malan de girtin: 49 binçav kirin 2021-05-24 11:45:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsan li çend bajaran bi ser gelek malan de girtin û rêveberên DBP’ê û HDP’ê di nav de, 49 kes binçav kirin.    Polîsan li Edene, Şirnex û Dersîmê bi awayekî hew wext bi ser gelek malan de girtin û rêveberên Partiya Heremên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de 20 kes binçav kirin. Hat hînbûn ku kesên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatine binçavkirin li Miduriyeta Polîsan a Edeneyê tên ragirtin.   DI SERDEGIRTINÊ DE LÊDAN   Navên hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: Rêveberên HDP’ê yên Edeneyê Berîvan Gokalp û Mehmet Yaşik, Rêveberê HDP’ê yê navçeya Seyhanê Dîndar Aksû, Rêveberê TÛAYDER’a Çûkûrovayê Mehmet Tûtûş, Hevseroka Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine ya Akdenîzê (AYKAY-DER) Şukran Efeturk, Cîgergun Guven, Hasan Kocaman û Halîl Kocaman.   Hat diyarkirin ku di serdegirtina malê de, polîsan Cîgergun Guven li erdê dirêj kirin û lêdan e.    LÊPIRSÎNA KU NAVENDA WÊ AMED   Di çarçoveya lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi rê ve dibir de, derbarê 34 kesan de biryara binçavkirinê hat derxistin. Di serdegirtinên malan ên navenda Amed û navçeyên wê yên Pasûr, Farqîn, Stenbol, Êlih û Antalyayê de herî kêm 29 kes hatin binçavkirin.    Navên hin kesên ku hatin binçavkirin wiha ne: Hevşaredarê Êlihê yê berê Sabrî Ozdemîr, Hevserokê HDP’ê yê Amedê yê berê Cabbar Leygara, Wekîlê Hevserokên HDP’ê yê Amedê Îrfan Soner, rêveberên HDP’ê yên Amedê Arîf Bûlût, Newroz Reşîtoglû û Ramazan Kiziltepe, Hevserokê HDP’ê yê Rezanê yê berê Mehmet Atlihan, Endamên Meclîsa Şaredariya Yenîşehîrê yên HDP’ê Mehmet Alaattîn Zûgûrlî û Yûsûf Sokmen, Şahîn Tanriverdî û Kadrî Atli yê 81 salî.   Kesên ku hêceta binçavkirina wan nehat zanîn, li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin.