MSD: Em beşdarî hilbijartina Sûriyê nabin 2021-05-24 12:07:56   NAVENDA NÛÇEYAN - MSD'ê bal kişand ser nêzîkatiya hikumeta Şamê ku xwe ji danûstandinan û çareseriyê vedigire û destnîşan kir ku di şert û mercên heyî de ew ê beşdarî hilbijartinên serokatiya Sûriyê nabin.    Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî hilbijartinên serokatiya Sûriyeyê daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyaniya MSD’ê wiha ye:   “Meclîsa Sûriya Demokratîk gelek caran ragihand ku hilbijartinên armancên gelê Sûriyê pêk naynin û maf û hebûna wan a siyasî temsîl nakin, wan têkildar nakin û dê rê nede xebatên hibijartinan ên li dijî biryara navneteweyî ya 2254’an.   Ruxmî ku me gelek caran hewl da ji bo pêkanîna pêşketineke siyasî bi hikumeta Şamê re dan û standinan bikin jî, lê ew yek pêk nehat. Desthilata Şamê hemû lihevkirin û hevdîtin asteng kirin û armanca wê ferzkirina nêrîna xwe bû bêyî ku mafên mirovan di ber çavan re bigire.   Li ser vê yekê, rejîm û opozîsyon berpirsên hemû sûcên li dijî gelê Sûriyê û berpirsên astengkirina dan û standinên ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ya li gorî biryara 2254’an in. Li gorî wê biryarê divê desteyeke hikumeta demkî bê avakirin, atmosfereke ewle bê peydakirin û destûreke nû bê sazkirin ku li gorî wê hilbijartinên durist ên bi çavdêriya navneteweyî pêk bên, da ku alozî bi dawî bibe.   Em teqez dikin ku em ê nebin parçeyekî hilbijartinên serokatiyê û em beşdar nabin. Helwesta me nayê guhertin. Beriya dîtina çareseriyeke siyasî li gorî biryarên navneteweyî, berdana girtiyan, vegera penaberan, danîna bingehên nû yên siyasî yên dûrî zordariyê û serweriya hêzeke siyasî ya bi tenê û di atmosfereke demokratîk de ku mafên hemû pêkhateyên Sûriyê dipejirîne û wekheviyê bêyî cudakarî û dûrxistin pêk tîne, dê tu hilbijartin tune bin.”   Hilbijartina serokatiya Sûriyê wê di 26'ê gulanê de pêk were.