HSD’ê li Dêrazorê 24 endamên DAIŞ’ê binçav kirin 2021-05-24 13:13:27   NAVENDA NÛÇEYAN - HSD'ê ragihand ku bi operasyonekê li Dêrazorê bi ser şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê de girtin û 24 endamên DAIŞ’ê binçav kirin.    Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) têkildarî operasyona li dijî DAIŞ'ê ya li Dêrzorê daxuyaniyeke nivîskî weşand. HSD di daxuyaniya xwe de wiha got: "Bi beşdarbûna Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hêzên me di 23`yê Gulanê de dest bi operasyoneke berfireh li dijî şaneyên terorîstên DAIŞ`ê li herêma Cizret Bû Hemîd a gundewarên rojavayê Dêrazorê û kampên bê ser û ber ên li derdora wê kir." Navendê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku operasyon piştî ku çalakiyên DAIŞ`ê li dijî rûspî û şêxên herêmê, her wiha li dijî xebatkarên saziyên xizmetê û kadroyên perwerdeyê zêde bû, li ser li ser xwesteka şêniyan, pêk hat."    24 DAIŞÎ HATIN GIRTIN   HSD'ê da zanîn ku operasyon li dijî 53 nuqteyên di nav de kampên koçberan ku çeteyên DAIŞ'ê xwe ji bo veşartinê, çêkirina mayinan û perwerdekirina terorîstan bi kar tanîn, hat kirin. MSD'ê diyar kir ku di nav de 3 endamên DAIŞ'ê ku endamê Meclîsa Qanûnsaz a Dêrazorê Mûeyed El-Reyaş roja çarşema borî kuştibûn 24 endamên DAIŞ’ê girtine.   ‘WÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME’   HSD'ê destnîşan kir ku hêzên wan hin planên terorîstî têk birin û got: "Hêzên me hejmareke ji bombeyên destan, kalaşnîkov, alavên pêwendiyê, kaxezên îsbatkirinê, planên hin operasyonên terorîstî, her wiha çekên leşkerî û madeyên hişbir, desteser kirin." HSD'ê anî ziman ku wê têkoşîna li dijî şaneyên DAIŞ'ê û aliyên din ku dixwazin aramî û ewlehiya herêmê asteng bikin berdewam bike.