Kesên hatin binçavkirin bila bên berdan 2021-05-24 14:49:14   EDENE - HDP’iyan li Edeneyê daxuyani da çapemeniyê û xwestin ku kesên hatine binçavkirin bên berdan.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê, bi daxuyaniyekê binçavkirina 20 kesên ku endam û rêveberên wê jî di nav de hene şermezar kir. HDP’iyan xwest li Parka Heykellî daxuyaniyê bidin lê polîsan bi hêceta pandemiyê asteng kir. Li ser vê yekê HDP’iyan di bin dorpêça polîsan de li pêş avahiya xwe ya navendê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP’ê yê Edeneyê Mehmet Karakiş axivî. Karakiş, diyar kir ku 20 kes îro bi awayekî bê hiqûqî hatin binçavkirin û wiha got: “Dawî li operasyonên qirkirina siyasî yên li ser partiya me tên kirin nayê. Krîmînalîzekirina hevalên me yên di nava sînorên qanûnî yên demokratîk de xebatên xwe dimeşînin aciziya siyasî ye.”   WÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME   Karakiş, anî ziman ku  li dijî wan ne dewleta hiqûqê dewleta ku xebatên derveyî hiqûqê bi rê ve dibe heye û wiha axivî: “Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe wê çetebûna dewlet-mafya-siyaset desthilatê teslîm bigire. Em ê ji bo civakeke paqij weke HDP têkoşîna xwe bidomînin. Dewleteke ku bi paşeroja xwe re rû bi rû nemîne pêşeroja wê jî nabe.” Karakiş, xwest ku kesên di bin çavan de bên berdan.    NAVÊN KESÊN HATIN BINÇAVKIRIN WIHA NE   Navên kesên hatin binçavkirin wiha ne: Rêveberên HDP’ê yên Edeneyê Berîvan Gokalp û Mehmet Yaşik, Rêveberê HDP’ê yê navçeya Seyhanê Dîndar Aksû, Rêveberê TÛAYDER’a Çûkûrovayê Mehmet Tûtûş, Hevseroka Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Akdenîzê (AYKAY-DER) Şukran Efeturk, hunermend Îlyas Arzû û Jiyan Savci, Cîgergun Guven, Hasan Kocaman, Halîl Kocaman, Berîtan Ozbey, Jînda Erol, Dîlan Sunduk, Habîp Kahraman, Ûrfî Aksû, Osman Polat, Mehmet Şîrîn Tûnç.