Parêzeran di Doza Somayê de daxwaza reda dadgerî kirin 2021-05-24 15:42:52   MANÎSA - Danişîna Doza Somayê ku bi kursiyên vala yên bersûcan hat lidarxistin. Parêzeran daxwaza reda dadgerî kirin.    Danişîna Doza Somayê ku Can Gurkan, Efkan Kurt, Adem Ormanoglû û Halûk Evînç ên ji mirina 301 karkerên madenê berpirsiyar tên girtin, piştî navberê berdewam kir.    Danişîn li Dadgeha Cezayê Giran a Akhîsarê tê lidarxistin. Ji bersûcan tenê Can Gurkan ku negirtî tê darizandin û parêzerû parêzerên bersûcan ji bajarên cuda bi rêya deng û dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Bersûcên din beşdarî danişînê nehatin kirin. Malbat û parêzerên xwe jî li eywana danişînê amade bûn.    Dozger ji bo daxwaza parêzeran were redkirin mutalaya xwe pêşkêş kir. Şandeya dadgehê jî daxwaza dozger esas girt û daxwaza parêzeran betal kir.    DAXWAZA REDA DADGERÎ KIRIN    Parêzeran piştî redkirina daxwazên xwe vê carê daxwaza reda dadgerî kirin. Ji parêzerên dozê Nergis Tuba Aslan diyar kir ku ew şandeya dadgehê red dikin û daxwaza reda dadgerî kir.    Parêzerên din jî daxwaza reda dadgerî kirin û hêcetên xwe rave kirin. Şandeya dadgehê piştî parastina parêzeran navber da danişînê.