Kesê ji ber parvekirina êrîşa hewayî li Amedê hatibû binçavirin hat berdan 2021-05-24 16:45:07   AMED - Welatiyê bi navê F.K. bi hêceta li ser hesabên xwe yên înternetê, êrîşa hewayî ya li dijî Balafirgeha Leşkerî ya Amedê parve kiribû, hatibû binçavkirin. F.K. piştî girtina îfadeya xwe hat berdan.   Welatiyê bi navê F.K. bi hêceta li ser hesabên xwe yên înternetê, êrîşa hewayî ya di 19'ê gulanê de li dijî Balafirgeha Leşkerî ya Amedê pêk hatibû parve kiribû, di 21'ê gulanê de hatibû binçavkirin. F.K.’yê li Miduriyeta Polîsan a Amedê dihat ragirtin sewqî Edliyeya Amedê hat kirin. Piştî ku îfadeya F. K. hat wergirtin, hat berdan.