8 sal in li benda ceryanê ne 2021-05-25 09:11:09   DERSIM - Li Pulurê welatiyên ku di salên 1994'an de gundên wan hatibûn valakirin ji nû ve gundên xwe ava kiribûn, diyar kirin ku 8 sal in ji bo pirsgirêka av û ceryanê tu derî nemane lê nexistine.    Eskeran di sala 1994'an de gundê Çayustu yê navçeya Pulur a Dersimê, vala kiribûn û agir berdabûn gund. Ji ber vê şêniyên gund ji bêgavî koçî Xarpêtê û bajarên din kiribûn. Ji van 40 malbatan hin jê, di sala 2013'an de cardin berê xwe dabûn warê xwe û demekê di konan de mabûn. Piştî wextekê gundiyan bi destê xwe xaniyên xwe çêkiribûn.    Şêniyên gund ên bi çandiniyê debara xwe dikin, ji roja ku cardin gundê xwe avakirin heya niha bi pirsgirêka av û ceryanê re rû bi rû ne.    Gundî ji neçarî bi jeneratorê ceryanê û bi motorên avê jî ava xwe peyda dikin. Heya niha ji bo çareserkirina van pirsgirêkan tu saziyeke fermî nemaye ku neçûnê.    8 SAL E NEHATINE ÇARESERKIRIN    Keyayê gund Baba Demîr, bibîr xist ku ji ber ku gundê wan hatiye şewitandin ji bêgavî koç kirine û got: "Em di sala 2013'an de cardin hatin. Ji wê rojê heya niha me ji bo ceryanê gelek caran serî li saziyên eleqedar da. Ji me re dibêjin, 'em dişopînin, em ê bên.' Ha îsal ha îsal, lê 8 sal derbas bû." Demîr, bilêv kir ku îsal jî rayedaran heman soz daye wan û got: "Çend roj berê dîsa çûm TEDAŞ'ê. Dîsa eynî tişt ji min re gotin."    Demîr, xwest meseleya ceryanê ya gund bê çareserkirin.    PIRSGIRÊKA AVÊ    Demîr, diyar kir ku ji xeynî ceryanê pirsgirêka avê jî heye û got: "Em nikarin erdên xwe av bidin. Gava em av didin vê carê ava gundiyan diçe. Me ji bo vê jî serlêdan kir. Lê tiştek nekirin."    Demîr, anî ziman ku ji bo meseleya avê çûye qeymeqamtiyê, lê belê tiştek bi dest nexistiye. Demîr got: "Ji ber vê tiştek şîn nayê. Heger av û ceryana me bê helkirin, dê gundî cardin wekî berê karibin erdên xwe bajon. Ê cardin sewalvanî û çandinî bên kirin."    Şîrîn Mor jî destnîşan kir ku piştî ku gundê wan hatiye valakirin, dîsa jî dev ji axa xwe bernedane û got: "Me kir nekir, bêhna me li bajar derneket. Ên li gund mabin, jiyana bajêr ji bo wan zehmet e. Gava em cardin hatin gund, tu tişt tune bû. Xanî hemû hatibûn xerakirin. Me her tişt bi destê xwe çêkirin. Me kemçe anîn û me xaniyên xwe û rêyên xwe çêkirin. Me gund li hev bi keys kir. Lê 8 sal in ceryan tune ye. Ji ber ceryan tune ye, em kincên xwe bi destan dişon. Me serî li her derî da, lê nehatin çênekirin."    Gulsenem Batik jî diyar kir ku çandiniyê dike û xwest pirsgirêka av û ceryanê bê çareserkirin.    MA / Ayşe Surme