Yenî Yaşam sê salî ye 2021-05-25 11:16:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Yenî Yaşamê, 3'yemîn salvegera damezrandina xwe bi vê peyamê: “Qasî ku eleqeya we berdewam bike, em ê bedelên ku bidin bigirin berçav û derxistina rojnameya xwe bidomînin.” pîroz kir.    Rojnameya Yenî Yaşamê, 3 sal li pey xwe hiştin û ket sala çaran. Yenî Yaşam ku di 25’ê gulana 2018’an de derket rê, li ser malpera xwe ya înternetê bal kişand ser salvegera damezrandina xwe û wiha got: “Rojnameya we Yenî Yaşam, di 25’ê Gulana 2018’an de derketibû rê. Bi vî awayî em sala xwe ya sêyemîn li pey xwe dihêlin û gavê diavêjin sala xwe ya çaremîn. Qasî ku eleqeya we berdewam bike, em ê bedelên ku bidin bigirin berçav û derxistina rojnameya xwe bidomînin.”