Îşkenceyên ku Soylû got tune ne 2021-05-25 11:34:05   NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ku di hedefa îtîrafên Sedat Peker de ye, angaşt kir ku di dema wî de îşkence li welatiyan nehatiye kirin. Lê di serî de li bajarên herêmê îşkence li gelek welatiyan hatiye kirin û wêne û dîmenên van îşkenceyan jî hene.    Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ku di hedefa îtîrafên rêveberê çeteya girêdayî dewletê Sedat Peker de ye, duh êvarê li Haberturkê pirsên rojnamegeran ên têkildarî mijarê bersivand. Soylû, di weşanê de gelek pirsên rojnamegeran ên derbarê îttîrafên Peker de bêbersiv hişt û angaşt kir ku di dema wezîrtiya wî de îşkence li welatiyan nehatiye kirin û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî vê derbarê de tiştekî daniye pêşiya wî.   ÎŞKENCE ZÊDE BÛ   Di kêliya ku Soylû van angaştan dikir de Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, li ser hesabê xwe twîtterê Soylû derewand û çalakî, rapor û bangên xwe yên ji bo îşkenceyên ku li welatiyan hatine kir parve kir. Geleke welatiyan jî li ser medya sanal wêne û dîmenên îşkenceyên ku dema Soylû li welatiyan hatine kirin parve kirin û bertek nîşanî angaştên Soylû dan.    BÊCEZA HATINE HIŞTIN   Bi taybetî rêjeyên îşkenceyên ku li bajarên herêmê bi destê leşker, polis, cerdevan û notirvanan li welatiyan hatine kirin jî Soylû diderewînin. Li qereqolan  û di operasyonên ku piştî qedexeyên derketina derve tên destpêkirin de bûyerên îşkenceyê gelek zêde bûne. Lêpirsînên derbarê van bûyerên îşkenceyê yên ku wêne û dîmenên wan hene de hatine vekirin bi biryara “neşopandinê” hatine girtin û bêceza hatine hiştin.    BÛYERÊN ÎŞKENCEYÊ   Hin bûyerên îşkenceyê  ku piştî peywirdarkirina Soylû ya di 31’ê tebaxa 2016’an de pêk hatine wiha ne:    "* 12’ê kanûna 2016’an: Hevşaredarê Wêranşarê Emrûllah Cîn û parêzer jî di nav de gelek kesên ku hatibûn binçavkirin di bin çavan de îşkence li wan hatibû kirin. Ev îşkence ket girtekên dadgehê jî.    * 11’ê sibata 2017’an: Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li gundê Xerabê Bava 2 jê zarokê 39 kes hatin binçavkirin. Demeke dirêj agahî ji Abdî Yakût ê hat binçavkirin nehat girtin. Piştre bi wêneyan derket holê ku îşkenceyeke giran li Yakût hatiye kirin. Yakût û 7 kesên pê re beraetkirin û Wezareta Karên Hundir tazmînatê da wan.    * 4-6’ê cotmeha 2017’an: Li gundê Ortaca yê herêma Seydîkemer a Mûglayê 7 kesên hatin binçavkirin û îşkenceyeke giran li wan hat kirin. Wêneyên wan ên rût û tazî hatin serwîskirin.    * 5’ê hezîrana 2018’an: Li gundê Korganê yê navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê leşkeran îşkence li 4 gundiyan kir. Baroyên Amed, Wan û Colemêrgê vê îşkenceyê bi raporan aşkera kirin.    * 9’ê hezîrana 2017: Piştî êrişa li dijî Miduriyeta Polisan a Westanê ya Wanê, polisan 4 gundiyan binçav kirin û di bin çavan de îşkenceyeke giran li Abdûlselam Aslan (32), Cemal Aslan (53), Halîl Aslan (48) û Nejdet Beysum (29) kirin. Piştî her çar jî hatin berdan.    * 16’ê gulana 2018’an: Li gundê Şapatan ê navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê, di serdegirtina malê de cendirmeyan li Temer Şengul û Mehmet Alî Avci dan.    * 16’ê gulana 2018’an: Li navçeya Bagcilar a Stenbolê, polisan bi hinceta ku di wesayîta wan de çifte hebû binçav kirin û wan di îşkenceyeke giran re derbas kirin.    * 18’ê tîrmeha 2018’an: Li gundê Yalimelez ê navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, cendirmeyan di serdegirtina malê de Ayfer Şahîn, Abdûlbakî Şahîn, Ayhan Şahîn, F. Şahîn, Şehrîban Mamûk, Abdûllah Şahîn û Dilan Gorur binçav kirin û îşkenceyeke giran li wan kirin.    * 15’ê sibata 2019’an: Polisan li taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê, bi hinceta ku ji bo şermezarkirina radestkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê amedekariya çalakiyê dikin 3 zarokan binçav kirin û îşkence li wan kirin.    * 18’ê gulana 2019’an: Li gundê Dêrto yê navçeya Xalfetiyê ya Rihayê pevçûn derket û komserek û 2 HPG’iyan jiyana xwe ji dest da. Piştî pevçûnê li navçeya Xalfetî û Hewagê 55 kes li gundan hatin binçavkirin. Piştre derket holê leşkeran li qereqolê welatiyan li erdê dirêj kirine û pêya derketine ser pişta wan. Wêneyên vê kêliyê hatin parvekirin. Kesên di bin çavan de li dozgeriyê gotin ku bi ceyranê îşkence li wan hatiye kirin û organên wan ên zayendê hatine şidandin.    * 8’ê îlona 2020’an: Li navçeya Şaxê ya Wanê leşkerên derketin operasyonê welatiyên bi navê Servet Tûrgût (55) û Osman Şiban (50) binçav kirin û wan ji helîkopterê avêtin. Ji ber vê îşkenceyê Şiban hê jî bi ser hişê xwe ve nehatiye û Tûrgût jî jiyana xwe ji dest da.   * 30’ê gulana 2020’an: Li navçeya Rezana a Amedê, welatiyê bi navê Mûhammed Emîr Cûra ku piştî kuştina polisan hat binçavkirin, îşkenceyeke giran lê hat kirin. Her wiha di heman operasyonê de bi kuçîkan bi ser mala Şeyhmûs û Menîce Yilmaz de hat girtin û îşkence li wan hat kirin.     * 27’ê hezîran 2020’an: Di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de polisan bi ser mala Endama Lijneya Rêveberiya Herêmî ya HDP’ê Rojbîn Sevîl Çetîn a li Amedê de girtin û bi kûçikan îşkence li Çetîn kirin.    * 18’ê tîrmeha 2020’an: Îşkence li 3 kesên ku ji ber kuştina polisekî hatin binçavkirin hat kirin. Wêneyên vê îşkenceyê hatin parvekirin.    * 18’ê adara 2021’an: Azad Polat ê DBP’î bi hinceta ku şîfreya telefona xwe neda polisan, polisan lê da, bi ceyranê îşkenceyê lê kirin û gef lê xwarin ku dê wêneyên wî yên rût û tazî bikişînin.    * 7’ê gulana 2021’an: Li navçeya Pirsûsê F.B. (25) ku hat binçavkirin û piştre hat girtin, polisan hem bi gotinan hem jî bi awayekî fizîkî îşkence lê kirin.    * 10’ê gulana 2021’an: Li Navenda Paşde Vegerandinê ya Harmandaliyê, îşkence li penaberan hat kirin.     MA / Gokhan Altay