Duh torosên spî îro pîqab: Nûçegîhanê me Tekay ku îstixbaratê wî binçav kir hat berdan 2021-05-25 15:08:28   ENQERE – Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû hê dûh êvarê got, ‘Torosên spî tune ne’ îro jî 5 kesên ku xwe weke “îstixbaratê” dan nasîn bi pîqabeke pişt wê girtî û bêpîlaqe nûçegîhanê me Lezgîn Tekay desteser kirin û piştî 2 saetan wî berdan.    Nûçegîhanê me Lezgîn Tekay ku ji Rihayê hat Enqerê, dema ku li Otogorê li wesayîta nav bajar siwar bû, ji aliyê kesên ku xwe weke “îstixbaratê” dan nasîn ve hat desteserkirin. Dema ku Tekay hat binçavkirin ji hevalên xwe yên rojnameger re peyama “hatim binçavkirin” şand. Piştî ku nêzî 2 saetan desterkirî ma bêyî ku kirariyeke fermî derbarê wî bê kirin Tekay hat berdan.    GOTIN EM ‘ÎSTIXBARAT IN’   Piştî berdana xwe Tekay ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û ev agahî dan: “Dema ku li wesayîta nav bajar siwar dibûm ji aliyê 5 kesên ku xwe weke “îstixbaratê” dan nasîn ve hatim desteserkirin. Li pîqabeke sipî ya pişt wê girtî hatim siwarkirin. Hin navan ji min pirsîn û pêşniyara “bi me re bixebite” li min kirin. Tu kirariyeke binçavkirinê ji bo min nehat kirin û piştî ku bi qasî 2 saetan min li nav bajar gerandin semta Dîkmenê berdan.”   Di sala 2019’an de dema ku belavkiriya Rojnameya Yenî Yaşamê dikir jî kesên ku xwe weke “îstixbarat” dabûn nasîn ve lê Tekay geriyabûn û xwestibûn ku Tekay bi wan re hevdîtin bike.    ENQERE NE YEKEMÎN E   Demên dawîn de Enqere bi bûyerên revandinê timik tê rojevê. Beriya niha jî kesên ku xwe weke “ser dewletê” ,  “endamên Teşkîlata Ewlehiyê” û “îstixbaratê” dabûn nasîn siyasetmedar, aktîvîstên rêxistinên sivîl û rojnamegeran desteser kiribûn.    SOYLÛ GOTIBÛ ‘TUNE YE’   Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, duh êvare di weşana televîzyonekê de pirsên rojnamegeran ên têkildarî îttîrafên rêveberê çeteya girêdayî dewletê Sedat Peker bersivandibû û ev tişt gotibû: “Di bin serkeftina me ya têkoşîna li dijî terorê de derveyî hiqûqê, torosên spî, cînayetên faîlên meçhûl hebin, kaxizên vala bînin ez ê îmze bikim û îstifa bikim.”