Îro 175 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2021-05-25 20:05:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî de ji ber koronayê 175 kesan jiyana xwe ji dest dan û 9 hezar û 375 kes jî pê ketin.    Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê tabloya vîrûsa koronayê (Covîd-19) a rojane belav kir. Li gorî daneyên Wezaretê; li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî de ji ber koronayê de 175 kesan jiyana xwe ji dest dan û 9 hezar û 375 kesên din jî pê ketin. Tevî daneyên îro li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 46 hezar û 4621 hezar û hejmara kesên heya niha pê ketine jî bû 5 milyon 203 hezar û 385.