Cenazeyê Mûrat Yildiz dan malbatê 2021-05-25 21:58:04   DERSIM – Cenazeyê Mûrat Yildiz dan malbatê. Tê gotin ku Yildiz li Dersimê di bombeberaneke TSK'ê de hatiye kuştin.   Cenazeyê Mûrat Yildizê 28 salî dan mabatê. Malbata Yildiz, serî li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê dabû û piştî serlêdanê bi 14 rojan cenaze radestî malbatê kirin. Cenazeyê Yildiz niha li cemxaneya Pulurê ye.    Dê cenazeyê Yildiz sibê saet di 12'an de li gundê Kilmerê bê definkirin.   Mûrat Yildiz j gundê Kulmer ê navçeya Pulur a Dersimê ye. Ji bo ji heywanên xwe re sitareyekê çêbike çûbû derveyî gund. Paşê hatibû bihîstin ku Yildiz jiyana xwe ji dest daye. Tê gotin Yildiz di bombebaraneke TSK'ê de jiyana xwe ji dest daye.