Li Colemêrgê di 6 salan de 11 kes hatin kuştin, kiryar nehatin cezakirin 2021-05-26 09:00:52 COLEMÊRG - Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû îdia kiribû ku di dema wî de tu cinayeteke kiryar diyar û bûyerek îşkenceyê çênebûye. Lê belê li Colemêrgê di 6 salên dawî de herî kêm 11 kes bi çekên polîs û eskeran jiyana xwe ji dest dane û ji bo mirina van kesan polîtîkaya "bêcezatiyê" hat şixulandin.  Suleyman Soylû ku di 31'ê Tebaxa 2016'an de bû Wezîrê Karên Navxweyî, di televîzyonekê de bersiva rêvebirê çeteyan ê girêdayî dewletê Sedat Peker dabû û di axaftina xwe de gotibû, di 4 sal û nîvên peywira wî de li welêt tu bûyerên îşkencekirinê çênebûne. Lê bereksê van gotinên Soylû, ji xeynî deverên din di navbera salên 2016-2021'ê de tenê li Colemêrgê herî kêm 11 sivîl bi çekên esker û polîsan jiyana xwe ji dest dane û herî kêm 7 kes jî birîndar bûne. Di van bûyerên mirin û birîndarkirinan de jî polîtîkaya "bêcezatiyê" hat şixulandin.   Di navbera salên 2016-2021'ê de li Colemêrgê û navçeyên ji bûyerên bi destê esker û polîsan hatine kirin hin jê ev in   LI GEVERÊ 4 KES HATIN KUŞTIN    * Di 8'ê Cotmeha 2016'an de li Kolana Cengîz Tople a Geverê, polîsên di wesayîta zirxî de derdor gulebaran kirin. Di gulebarankirinê de biraziyê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan Serhat Bûldan û Rahmî Safhali, Necdet Îşozu û Aydin Tumen jiyana xwe ji dest dan. Şemsettîn Çakmakçi û Mehmet Alî Kaya jî birîndar bûn. Di sala 2018'an de li polîs Î.M.'yê bi awayekî negirtî dihat darizandin, 11 sal û meh û 10 meh ceza hat birîn. Lê polîs nehat girtin.    GAVA XWARIN JI ZAROKÊN XWE RE BIR HAT KUŞTIN    * Di 18'ê Tîrmeha 2016'an de li bajaroka Buyukçîftlîkê ya Geverê Surmî Înce ya 55 salî gava xwarin ji zarokên xwe re dibir, eskeran bera wê da û ew kuştin. Ji ber vê 3 sal û 4 meh ceza li çawîşê pispor Alî Dagkiran hat birîn, lê Dadgeha Îstinafê ya Erziorimê cezayê Dagkiran xera kir.    * Di 17'ê Tîrmeha 2017'an de li Taxa Gungor a Geverê, polîsan avêt ser malekê û di malê de NecmettîN Fendîk li ber çavên zarokên wî birîndar kirin. Bavê 7 zarokan Fendîk li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Doza derbarê kuştina Fendîk de li Dadgeha Cezayê Asliye ya 2'yan a Geverê didome. Ji ber vê dozê polîs A.F.K.'ê hê jî polîstiyê dike tê darizandin.    GOTIN 'QEZA YE'    * Di 10'ê Cotmeha 2017'an de, eskerên Qereqola Dûrê ya navçeya Şemzînanê eskeran bera wesayîta Çetîn Başerê sivîl dan. Başer jiyana xwe ji dest da û Kerîmhan Zerender jî birîndar bûn. Polîsû û eskeran di dema îfadeyê de ji Zerender re gotibûn gere tu tiştekî bi çapemeniyê re parve nekirî û gere ev bûyer wekî "qeza" bê ragihandin. Walîtiya Colemêrgê di daxuyaniya xwe de wekî "qeza" ragihandibû.    GAVA BAXÇEYÊ XWE AV DIDA HAT KUŞTIN    * Di 14'ê Cotmeha 2017'an de li gundê Evliyan ê Şemzîzanê Adem Kûyûmcû gava baxçeyê xwe av dida eskeran ji qereqolê bera wî dan û e birîndar kirin. Kûyûmcû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    LI SÎNOR BERA WÎ DAN    * Di 1'ê Tebaxa 2019'an de li gundê Çemekurk ê navçeya Robarok a Colemêrgê, eskeran berê gundiyên ji bo debara xwe li sînor bazirganî dikirin dan. Di gulebarankirinê de Vedat Ekînciyê 14 salî jiyana xwe ji dest da û gundiyek jî bi giranî birînda bû.    GAVA PEZÊ XWE DIÇÊRAN HAT KUŞTIN    * Di 2'yê Gulanê de li mezrika Wargenima a Geverê, Sertîp Şenê 46 salî gava pezê xwe diçêrand eskeran bera wî dan û Şen li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Ji ber vê îfadeya çawîşê pispor M.T. hat girtin û Dadgeha Cezayê Sulhê ya Geverê M.T. bi şertê "kontrola edlî" berda.    * Di 30'yê Mijdara 2020'î de li gundê Birox ê Robarokê gava Ozcan Erbaşê 16 salî tevî du hevalên xwe ji xwe re çûbûn geştê, eskeran bera wan da. Erbaş jiyana xwe ji dest da.    * Di 29'ê Cotmeha 2020'î de li gundê Avyan ê Geverê, eskeran welatiyê bi navê Şeralî Derelî li ber mala wî kuştin.    * Di 1'ê Çileya 2021'ê de li gundê Çemêkurk ê navçeya Robarokê, eskeran bera Reşît Ekîncî da ku tevî çend hevalên xwe çûbû pîknîkê,. Ekîncî birîndar bû. Piştî vê bûyerê bi 5 mehan eskeran vê carê xizmê wî Celîl Ekîncî (17) û Şahap Şendol (23) birîndar kirin.    * Di 23'yê Gulana 2021'ê de li gundê Yeşîlova yê Robarokê eskeran Mehmet Dînç birîndar kir. Dînç, pezê xwe diçêrand.    MA / Dîndar Karataş