Emîne Şenyaşar: Kulîlkên me hişk kirin 2021-05-26 14:08:58   RIHA - Emîne Şenyaşar li gel lawê xwe Fadil ê girtî bi telefonê axivî û bertek nîşanî tiştên hatin serê wan da û got: “Kulîlkên me di qoza me de hişk kirin.”    Çalakiya nobeta “edaletê” ya Malbata Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê di roja 79’emîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar îro bi lawê xwe Fadil ê sê sal in li Girtîgeha Xarpêtê tê ragirtin re bi telefonê axivî. Ji ber vê yekê îro dereng dest bi çalakiyê kir. Malbat piştî hevdîtina telefonê hatin ber edliyeyê.    ‘KULÎLKÊN ME HIŞK KIRIN’    Emîne Şenyaşar derbarê hevdîtina li gel lawê xwe Fadil wiha got: “Lawê min di odeyek yek kesî de tê ragirtin. Dikare çi vebêje. Ji min re got ‘dayê ez bi saya serê te li ser pêya me’. Malbata min qetil kirin. Kulîlkên me di qoza me de hişk kirin, bila kulîlkên wan jî di qozeya wan de hişk bibin. Lawê min di zindanê de ye, kujerên me jî li derve digerin. Mala min xera kirin.”    Piştevaniya bo malbatê jî berdewam dike. Hevşaredarên HDP’yî yên Navçeya Stewrê Gulistan Oncu û Mahsûm Denktaş ên qeyûm danîn şûna wan, rêveberên rêxistinên HDP’ê yên navçeyên Stewr û Artûklûyê jî di  nav de şandeyek serdana malbatê kir. Hevserokê HDP’a Stewrê Selahattîn Onder di serdanê de axivî û destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê li cem malbatê bin.    BI MILYONAN KES LI CEM MALBATÊ YE    Gulistan Oncu jî diyar kir ku bi milyonan kes piştevaniya malbata Şenyaşar dike û ew ê destekê bidin têkoşîna edaletê ya malbatê.    Şande kêliyek li cem malbatê rûnişt û li gel wan nobetê girt.