Nûçegihanê me Aslan di danişîna ewil de hat berdan 2021-05-26 14:17:08 STENBOL - Nûçegihanê ajansa me Mehmet Aslan ê ji ber nûçeyên çêkiribû girtî dihat darizandin di danişîna ewil a dozê de hat berdan.  Nûçegihanê ajansa me Mehmet Aslan ê ji 9’ê çile 2021’an ve li Girtîgeha Antalyayê girtî ye, îro danişîna doza wî ya ewil li 24’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Aslan bi hêceta nûçeyên çêkirin dihat darizandin. Aslan ê ku bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” û “xelkê sor dike û nûçeyên nav têdanê çê kiriye” doz lê hatibû vekirin, bi SEGBÎS’ê ji girtîgehê beşdarî danişînê bû. Parêzerên wî jî di danişînê de amade bûn.    Piştî parastinan şandeya dadgehê derbarê Aslan de biryara berdanê da.