7 sal ceza dan Hevşaredarê Îdirê 2021-05-26 19:12:33     ÎDIR - 8'emîn danişîna doza Hevşaredarê Îdirê, Yaşar Akkuş hat dîtin. Dadgehê li Akkuş 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî.    8'emîn danişîna doza Hevşaredarê Îdirê Yaşar Akkuş ê ku wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî şûna wî kir û bi îdeaya "Endamtiya rêxistinê" ye  girtibûn û şandibûn girtîgehê, li 2’emîn Dadgeha Cezayen Giran a Îdirê hat dîtin. Yaşar Akkuş ji Girtîgeha Tîpa H a Erziroümê bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişina dozê bû. Parêzerê Akkuş jî li dadgehê amade bûn. Heyetê piştî danişîna dozê li Akkuş 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birîn.