Bi salan e li kiryarên bavê xwe digere 2021-05-27 09:02:24 RIHA - Serhat Dîcle Înan ku ji bo kiryarên bavê xwe bibîne bû parêzer û bi salan de di warê hiqûqî de têdikoşe, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê bi cinayetên kiryar nediyar polîtîkaya bêcezatiyê heye.  Li navçeya Wêranşar a Rihayê, di 7'ê Nîsana 1994'an de Parêzer Kazim Ekîncî û Fahrî Înan, ji aliyê kesên ku bi "Torosa Spî" hatin û ser çavên wan girtîbû hatin kuştin. Dosyeya Ekîncî û Înan di sala 2014'an de hat girtin. Dadgeha Qanûna Bingehîn jî serlêdana malbatan di sala 2019'an de hat redkirin. Piştî vê malbatan serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn a Ewropayê (DMME) dan, lê belê DMME'yê jî di 15'ê Tîrmeha 2020'î de bi hinceta "hiqûqa navxweyî nexitimiye" serlêdan red kir.    Piştî ku rêvebirê çeteyan ên girêdayî dewletê Sedat Peker, hin vîdeo parve kirin û di van vîdeoyan de li xwe mikur hat, dosyeyên kiryar nediyaran cardin bûn rojev.    Serhat Dîcle Înan ku ji bo dosyeya bavê xwe bişopîne û cinayetên kiryar nediyar zelal bike bûye parêzer, bi salan e li edaletê digere. Dîcle Înan, dosyeya bavê xwe û cinayetên kiryar nediyar nirxandin û ji bo aştiya civakî îşaret bi avakirina komîsyoneke heqîqetê kir.    Înan, diyar kir ku dosye ji sala 1994'an heya 2014'an di asta lêpirsînê de bûye û çendî ku di sala 2009'an de polîsekî teqawid nameyek şandiye ji Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê re jî, dîsa dosye hatiye girtin. Înanî anî ziman ku polîsê teqawidbûyî di nameyê de bal kişandiye ser hin kesên êrîş pêk anîne û got: "Diyar kiribû ku ev kes li herêmê cinayetên kiryar nediyar kirine û ev bi destên dewletê hatibûn kirin. Lê belê dîsa jî lêpirsîn pêş neket. Mixabin dosye piştî 20 salan hat girtin. Me îtiraz kir, lê îtirazên me jî hatin redkirin."    HELWESTEKE POLÎTÎK    Înan, anî ziman ku piştî ku îtirazên wan nehatine qebûlkirin, serî li DMME'yê dane, lê belê DMME'yê jî bi hinceta ku "rêyên hiqûqa navxweyî nexitimîne" îtiraza wan red kiriye. Înan, destnîşan kir ku biryara hatiye dayîn biryareke siyasî ye û got: "Ji darizandineke adil wêdetir, helwesteke polîtîk e. Bi vî awayî dosye hat girtin. Lê ev nayê wateya ku dê kiryar nediyar bên jibîrkirin."    DAYIKÊN BI HESRETA GOREKÊ    Înan, bilêv kir ku ber van bêhiqûqîtiyan bûye parêzer û got: "Dil dixwest gava min nû dest bi vê pîşeyê kir, min di qadine din ên vê pîşeyê de hin tişt bikirana. Lê mixabin, binpêkirinên mafan berê me dan vir. Xwezî lêgerîna me ya ji bo heqieyê ne miriyên me bûna. Xwezî bi mirina bavên me, apên me û xalên me dest pê nekira." Înan, anî ziman ku bavê wî di cinayeteke kiryar nediyar de jiyana xwe ji dest daye, lê qet nebe goreke wî heye ûg ot: "Em diçin ser gora wî. Lê mixabin bi hezaran xizmên windayan, nikarin bi vî awayî jî xwe tesellî bikin. Gor bi xwe jî dibe cihê teselliyê. Em vê ji Dayikên Şemiyê dizanin. Hin dayik hene, bi salan e li ber deriyê xwe li benda zarokên xwe ne. Dev ji hatina zarokan berde, bi hesreta gorekê ne jî. Mixabin gelek dayik, wekî Dayika Berfo bi hesreta gora zarokên xwe jiyana xwe ji dest dan."    AKTOR DIHATIN ZANÎN    Înan, bal kişand ser kesên ku rêvebirê çeteyan ên girêdayî dewletê Sedat Peker behsa wan dike. Înan, got: "Polîsê teqawid ku di sala 2009'an de ji bo dosyeya me nameyek şandibû, di nameyê de li Wêranşarê behsa pergala JÎTEM'ê û kesên bi wan re dikir. Ev aktor, aktorine tên naskirin. Bi salan e behsa wan tê kirin. Lê belê di demên dawî de mafya û rêvebirên dewletê bi hev ketine û ji ber vê cardin ketin rojevê. Behsa Mehmet Agar û pêwendiya wî ya bi kiryar nediyaran re kir û piştî vê dosyeya JÎTEM'ê ya Enqereyê biryarek girt. Em ji nêz ve dişopînin. Hêvîdar im ji bo zelalkirina wê gavine baş bên avêtin."    POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ    Her wiha Înan bal kişand ser gotinên wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû ku di 24'ê Gulanê de di televîzyonekê de gotibû "me bûyera 170 hezar kiryar nediyaran çareser kir" û got: "Derpêş dike ku 170 hezar bûyerên kiryar nediyar çareser kirine. Lê em nizanin derbarê kîjan bûyerê de çi agahî hene. Heger qesda wî cinayetên kiryar nediyar ên di navbera 1980-2001'ê de be, heya niha ji vana cinayetek jî nehatiye zelalkirin. Çend sal berê Tahir Elçî hat kuştin, lê hê jî kiryarê wê nehatiye cezakirin. Li Tirkiyeyê derbarê cinayetên kiryar nediyar de polîtîkaya bêcezatiyê heye."    Înan, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo kiryar bên cezakirin divê Komîsyona Heqîqetê bê avakirin.   MA / Emrûllah Acar