Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Tecrîdkirina Ocalan sûc e 2021-05-27 10:23:15   AMED - Hevserokê Giştî yê OHD’ê Bunyamîn Şeker destnîşan kir ku ji bo ew nebin hevkarê sûcê bêhiqûqiya tecrîda li ser Ocalan kampanya dane destpêkirin, tecrîdkirina Ocalan sûc e û xwest her kes li dijî nenasîna hîqûqê ya dewletê helwesta xwe nîşan bide.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 22 sal in Girtîgeha Girava Îmraliyê ya Bûrsayê tê ragirtin. Ocalan ji sala 1999’an heta sala 2011’an dem bi dem bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin pêk dianî. Ji sala 2011’an heta sala 2019’an Ocalan nikaribû parêzerê xwe bibîne. Greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û bi beşdariya hezaran kes li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakiya greva birçîbûnê hat lidarxistin û 200 roj berdewam kiribû. Di encama vê çalakiya greva birçîbûnê de parêzer di 2’yê Gulanê, 22’ê Gulanê, 12’ê Hezîranê, 18’ê Hezîranê û 7 Tebaxa sala 2019’an de li gel Ocalan hevdîtin pêk anîn. Piştî van 5 hevdîtinan heta îro parêzer ji bo hevdîtinê tên astengkirin.    Serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê yan bêbersiv man an jî bi hêceta cezayê dîsîplînê hatin redkirin.    Li ser berteka ku agahî ji Îmraliyê nayê girtin, birayê Ocalan, Mehmet Ocalan di 25’ê Adarê de li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê bi telefonê li gel kekê xwe axivî. Lê balkêş e ku ev axaftina telefonê tenê 5 deqîqe pêk hatibû û telefon hatibû qûtkirin.    Tecrîda girankirî ya li ser Ocalan di rojevê de cihê xwe digire û li girtî jî li girtîgehan ji bo tecrîd were rakirin ji 27’ê Mijdara 2020’an ve çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger li dar dixin. Greva birçîbûnê di roja 182’yemîn de berdewam dike.    768 PARÊZERAN BANGA RAKIRINA TECRÎDÊ KIR    768 parêzerên girêdayî Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku mudafiya Ocalan dike, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û 14 baroyan ji bo tecrîda li Îmraliyê tê sepandin bi dawî bibe û Ocalan dikaribe bi parêzer û malbata xwe re hevdîtine bike, duh belavokek belav kirin û bang li hikumetê kirin ku gav biavêje.    TECRÎD BI KÛRKIRINÊ DIDOME    Hevserokê Giştî yê OHD’ê Bunyamîn Şeker têkildarî tecrîdkirina Ocalan û belavoka parêzeran ku îmze kirine ji ajansa me re axivî.    Parêzer Bunyamîn Şeker diyar kir ku ji sala 1999’an ve li Îmraliyê li dijî Ocalan konseptek hiqûqa taybet tê sepandin û tevî hemû hişyariyan jî tecrîd her ku diçe kûr dibe û didome.    ‘TECRÎDKIRINA OCALAN SÛC E’    Şeker anî ziman ku astengkirina hevdîtina parêzeran û malbatê ya li gel Ocalan wek “sûc” dibînin û got: “Ji sala 2011’an heta sala 2019’an hevdîtina parêzeran hatibû qedexekirin. Di sala 2019’an de qet nebe 5 caran hevdîtin pêk hat. Ji wê demê heta niha serlêdan bêencam dimînin. Hevpîşeyên me tên astengkirin û nikarin biçin cem miwekîlên xwe. Ev nehiqûqî ye. Me jî di vê çarçoveyê de pêvajoyek wiha da destpêkirin û di nava parêzeran de pêvajoya îmzeyan pêk anî. Di sala 2019’an de li ser banga birêz Ocalan greva birçîbûnê hat bidawîkirin. Wezîrê Dadê bi xwe got pêşiya hevdîtina hatiye vekirin. Lê îro vê qonaxa em gihîştinê eşkere dibe ku Wezîrê Dadê hurmetê nîşanî wê biryar û daxuyaniya xwe nade. Me jî xwest bi weşandina belavoka îmzeyan bidin nîşandan ku vaye sûc tê kirin  û ji bo ev bêhiqûqî bi dawî bibe xebatek wiha da destpêkirin.”    ‘DEWLET HIQÛQÊ NAS NAKE’    Şeker destnîşan kir ku têkildarî pêvajoya bêhiqûqî ya li ser Ocalan tê birêvebirin banga ku li parêzeran kirine rastî eleqeyê hatiye dîtin. Şeker da zanîn ku li gel qanûn û hiqûqa heyî jî Ocalan ji mafê xwe bêpar tê hiştin û di şûna sûd ji mafên xwe bigire, tê tecrîdkirin û got: “Yasayên navxweyî û navnetewî tên binpêkirin. Lê divê Tirkiye di çarçoveya rêgezên hiqûq û wekheviyê de yasayên xwe bisepîne. Wezareta Dadê dibêje ji ber cezayên dîsîplînê hevdîtina parêzeran nayê kirin. Lê belê girtiyek ceza jî bigire dikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Dema em van hemû bêhiqûqiyan dinirxînin, tam jî tişta ku em behsa wê dikin dewlet hiqûqê nas nake û li gorî kesan hiqûqek taybet disepîne. Em li dijî tecrîd û binpêkirinên mafê girtiyan her kesî vedixwînin refên têkoşînê.”    MA / Ergîn Çaglar - Cahît Ozbek