Malbatên Pirsûsê serdana malbata Şenyaşar kirin 2021-05-27 11:36:02   RIHA - Ji malbatên Pirsûsê Dîlek Şeker a serdana malbata Şenyaşar kir, wiha got: “Em ji bo Pirsûsê edalet, ji bo hemû kesan edaletê dixwazin. Di têkoşîna edaletê de em bi hev re ne.”    Çalakiya nobeta “edaletê” ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 80’emîn de dewam dike. Ji ber ku Ferîd Şenyaşar îro çû hevdîtina birayê xwe Fadil Şenyaşar ê li Girtîgeha Sergirtî ya Xarpetê dimîne, birayê wî Mehmet Şenyaşar ê ji êrişê rizgar bibû, çalakî dewr girt. Dayika Emîne û kurê wê Mehmet Şenyaşar ên hat ber edliyê, dowêzên “em tenê edaletê dixwazin” li ser nivîsandibûn, danîn erdê û dest bi çalakiya xwe kirin.   MALBATÊN PIRSÛSÊ SERDAN KIRIN   Malbatên di komkujiya bombeyî ya DAIŞ’ê ya li Pirsûsê de xizmên xwe windakirin ên ji bo beşdarî 19’emîn danişîna dozê bibin hatin bajêr û Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu serdana malbata Şenyaşar kirin.    ‘EM BI HEV RE NE’   Dayika Emîne Şenyaşar di serdana malbatên Pirsûsê de axivî û wiha lorand: “Kesên komkujî kirin, bila ji wan re nemîne. Edalet tuneye. Ev 3 mehin em nobetê digirin. Lê kesên ku zarokên û hevjînê min kuştin, li Pirsûsê digerin. Kesên komkujî kirin, serbestin.”    Keça Îsmet Şeker Dîlek Şeker li ser navê malbatên Pirsûsê axivî û wiha got: “Ji bo ku em tevlî danişîna 19’emîn bibin, em hatin Rihayê. Wê jî mîna min zarok û hevjîna xwe winda kirin. Kî ew kuştin? Gelo kî bavê min kuşt. Dewleta dest bi xwîn ew kuştin û hîna jî temaşeyî me dikin. Ka li ku derê ye edalet? Ev 3 mehin zarokên xwe li malê dihêlin û tên li ser vê peyarê rûdinin. Em ji bo Pirsûsê edalet, ji bo hemû kesan edaletê dixwazin. Di têkoşîna edaletê de em bi hev re ne.”   JI ENIYA GEL JÎ SERDAN   Malbatên Pirsûsiyan piştî serdanê, ji bo ku tevlî danişîna 19’emîn a dozê ya li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê bibin, derbasî edliyê bûn.    Dûre şandeyek ji Eniya Gel a ji Stenbolê hatibû, malbata Şenyaşar ziyaret kir.