Doza rojnameger Karataş hat dîtin 2021-05-27 12:25:39   WAN – Duyemîn danişîna doza ku derbarê nûçegîhanê me Dîndar Karataş de hatibû vekirin hat dîtin.    Nûçegîhanê me Dîndar Karataş, di 24’ê mijdara 2020’an de hatibû binçavkirin û piştre li dadgehê bi angaşta “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Di 9’ê sibatê de di danişîna doza ku lê hatibû vekirin de hatibû berdan. Duyemîn danişîna Karataş, li 3’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Erziromê hat dîtin. Karataş, li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû û parastina xwe kir.    ‘NÛÇE NE SÛC IN’   Karataş, di parastina xwe de ev tişt anîn ziman: “Ez rojnameger im û xebatên xwe yên rojnamegeriyê didomînim. Di dosyayê de ji bilî nûçeyan tiştekî din tuneye. Nûçeyên kum in çöêkirine ji bo di wesfa îxbarê de ne. Yanî diviya we derbarê îşkence û lêdanê kirarî bikira. Di nûçeyan de her tişt şênber e û bigelge ye. Nûçeyên min çêkirine ne sûc in.”   DANIŞÎN TALOQ BÛ   Parêzer Îrfan Sari jî ji bo derbaskirina kêmasiyên di dosyayê de daxwaza demê kir. Heyeta dadgehê biryar da ku qedexeya derketina derveyî welat a Karataş bê domandin û danişînê taloqî 7’ê îlonê kir.