Derbarê HDP’iyan de 10 fezleke pêşkêşî Meclîsê kirin 2021-05-27 13:50:27   ENQERE - 10 fezlekeyên nû yên derbarê parlamenterên HDP’ê de hatin amadekirin, pêşkêşî Meclîsê kirin.   Fezlekên nû yên derbarê 10 parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hatin amadekirin, pêşkêşî Meclîsê kirin. Bi van 10 fezlekayan re, fezlekerên derbarê parlamenterên HDP’ê yên serdema 27’emîn de hatin amadekirin, hezarî derbas bûn.   Navên parlamenterên derbarê wan de hatin amadekirin wihane: Necdet Îpekyuz, Serpîl Kemalbay, Muazzez Orhan, Saît Dede, Celadet Gaydali, Kemal Pekoz, Mahmût Togrûl, Erdal Aydemîr, Remziye Tosûn û Şevîn Coşkûn.