Rêxistinên sivîl û partiyên siyasî: Heta pergal neguhere em nikarin bêhn bigirin 2021-05-27 14:37:53   EDENE – Li Edeneyê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl, daxwaz kirin ku îttîrafên rêveberê çeteyan Sedat Peker bên lêkolînkirin û ev tişt gotin: “Heta ku pergala siyasî, aborî û civakî ya van tifaqan ava dike neguhere wê gel bêhn negirin.”    Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl, li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edeneyê li hev kom bûn û derbarê îttîrafên rêveberê çeteyan Sedat Peker de daxuyanî dan. Endam û rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Sosyalîstan a Bindestan (ESP), Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Halkevî û Komeleya Gelên Anatoliyayê tevlî civînê bûn.    ‘TÊKILIYÊN QIRÊJ JI ALIYÊ HIQÛQÊ VE TÊN PARASTIN’   Di civînê de li ser navê beşdaran Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê Parêzer Yakût Ataş axivî û ev tişt got: “Divê îttîrafên Sedat Peker ên derbarê faîlên meçhûl, bazirganiya hişbirê, pêkanînên antî demokratîk û şantajê de bên lêkolînkirin. Ev têkiliyên qirêj ji aliyê pergala hiqûqê ya girêdayî desthilatê ve tê parastin. Heta ku pergala siyasî, aborî û civakî ya van tifaqan ava dike neguhere wê gel bêhn negirin. Divê hemû têkiliyên qirêj ên veşarî derkevin holê û berpirsyar li ber çavê gel hesab bidin. Em bang li sendika, rêxistinên girseyî û partiyên siyasî dikin ku dengê xwe li dijî vê pergalê derbixin û xwe bi rêxistin bikin.”