Temel: Kesên tînin li pêş partiya me provokator in 2021-05-27 15:18:51   WAN - Parlementerê HDP'ê yê Wanê Tayîp Temel, diyar kir ku ew kesên ku her hefte ligel polîsan tînin li pêş avahiya wan, komeke provakatîf e û anî ziman ku armanca wan provokekirina mirovan e.    Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tayîp Temel û şandeya pê re, xwest ku li Parka Feqiyê Teyran daxuyaniyê bidin çapemeniyê lê polîsan qedexeya walitiyê hêcet nîşan da û destûr neda daxuyaniyê. HDP’iyan jî li ser vê yekê seredana dikandarên Cadeya Cumhuriyet, Kolana Fîstanfiroşan û Sûka Penîrfiroşan kirin û pirsgirêkên wan guhdar kirin.    HDP LI SER PIYAN E   Temel di seredana dikandaran de axivî. Temel, anî ziman ku desthilat ligel pirsgirêkên aboriyê yên tên jiyîn jî êrîşa ser kurdan û HDP’ê didomîne û wiha got: “Li welat qeyraneke mezin heye. Em li vir vê dibînin. HDP, gel û hemû kurd ferqa her tiştî de ne. Îro komeke provakatîf birin li pêş partiya me. Em dizanin ku ev ne malbat in. Heta ku tu eleqeya van bi Wanê re nîne. Ev ew kesin ku bi pere hatine xapandin. Armanca wan ewe ku xebatên HDP’ê asteng bikin. Ev li otele dimînin û bi polîsan re tînin li pêş partiya me. Her pêncşemê ev kes tên li pêş partiya me hem heqaret dikiln hem jî kevir diavêjin. Ew kesên ji van re nebin asteng, ji wekîlê ku daxuyaniyê bide re dibin asteng. Kesên ku vê lîstikê dilîzin ewên ku dixwazin hdp tasfiye bibe ne. Çi bibe bila bibe kesên vê dikin provokator in. Li gel her tiştî HDP li vir û li ser piya ye. Divê herkes di vê pêvajoyê de xwedî li partiya xwe derkeve.”